Şehîdên Qetlîama Helincê li Kobanê hatin bibîranîn

Şêniyên Kobanê bi meşekê şehîdên Qetlîama Helincê bi bîr anîn.

Dewleta Tirk a dagirker di 23′yê Hezîrana 2020′an de li gundê Helincê yê Kobanê maleke ku 3 jinên şoreşger lê bûn, bombebaran kir. Di encamê bombebaranê de xwediya malê ya welatparêz Emîne Weysî, jinên pêşeng ên Şoreşa Rojava endamên Koordînasyona Kongra Star Zehra Berkel û Hebûn Mela Xelîl şehîd bûn.

Bi boneya salvegera şehadeta her sê jinên têkoşer, bi sedan şêniyên Kobanê daketin qadan û meşiyan. Meş ji pêşiya Stasyona Helincê ber bi mala şehîd Emîne Weysî cihê ku qetlîam lê hatibû kirin ve dest pê kir.

Li ber malê deqeyeke rêz hat girtin û endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Macîde Hesûn axivî. Hesûn diyar kir ku Qetlîama Helincê ya yekemîn li Kobanê bû ku bi balafirên dewleta Tirk têne kirin û got, dewleta Tirk bi qetlîamên wiha dixwaze vê nameyê bide; yên ku li hemberî siyasetên wê yên mêtingeriyê rabin, wê bibin armanca wê.

Hesûn bi domdarî got: "Hayê me ji planên dewleta Tirk a dagirker heye. Em jê re dibêjin, êrîşên te hêz û israra me zêdetir dike. Pêkhateyên herêmê bi saya projeya demokratîk dijîn. Ev proje ji hemû aloziyan re çareserî ye. Di dawiyê de em bi ser bikevin."

Hesûn, bang li tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku têkoşîna li ser xeta Rêberê Gelê Abdullah Ocalan xurt bikin.

Xweşika şehîd Zehra Berkel, Dilê Berkel jî soza şopandina xeta şehîdan da û bang li şêniyan kir ku ji bo keşifkirina xayîn û sixûran bibin hevkar.

Piştre girse, derbasî cihê qetlîama bû û find vêxistin.

Bîranîn bi dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.