33 partiyên siyasî û rêxistinan dewleta Tirk şermezar kirin
33 partiyên siyasî û rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.
33 partiyên siyasî û rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.
Nûnerên 33 partî û rêxistinên siyasî, civakî û yên jinan li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li taxa Siyahî ya Qamişloyê û têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî herêmê daxuyanî da.
Daxuyanî ji aliyê endama Partiya Nûjen û Demokratîk bo Sûriyê ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat desntîşankirin ku ji dema dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ve di Cotmeha 2019`an de, dijminahiya dewleta Tirk a dagirker û gefên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nesekiniye û hat gotin: “Di êrişan de hemû cureyên çek û cebilxaneyê hatin bikaranîn, bi taybet bi balafirên bêmirov û biçek sivîl, zarok, rêveber û saziyên xizmetê û aborî hatin hedefgirtin.”
Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku duh (20`ê Hezîranê) balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li rojhilatê bajarê Qamişloyê erebeyeke sivîlan hedef girt, di encamê de hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira hevserokatiya meclisê Lîman Şiwêş, welatparêê bi navê Firat Tûma şehîd bûn û hevserokê kantonê Gabî Şemûn birîndar bû.
Sersaxî ji bo malbatên şehîdan hat xwestin û hat gotin: “Em vî sûcê li dijî zarokên vî welatî ku karê xwe dimeşandin, şermezar dikin. Dewleta Tirk a dagirker bi sûcên xwe dê nikaribe îradeya me ya siyasî têk bibe, em ê guhertina demokratîk li Sûriyeyê li gorî nêrîneke siyasî ya nîştimanî ku îstiqrar, edalet û demokrasiyê pêk tîne, bidomînin.”
Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku ev sûc ji bo têkbirina yekparebûna axa Sûriyeyê, derbekirina serdestiya wê û pûçkirina însiyatîfên nîştimanî yên ji bo çareseriya siyasî ne.
Hate gotin ev sûcê dewleta Tirk hemwextî gera 20`an a civîna têkildarî aloziya Sûriyeyê ya li Astanayê pêk hat û wiha dewam kir: “Berê jî me hişyarî da ku vegerandina têkiliyên ewlehiyê yên Şam-Enqereyê dûrî çareseriya siyasî-nîştimanî, dê bibe destpêke ji bo Tirkiyeyê da ku sûcên xwe yên dijî gelê Sûriyeyê, bi taybet dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidomîne.”
Partiyan, bang li hemû hêzên siyasî kir ku berpirsiyariyên xwe yên li hember gelê Sûriyeyê bînin cih, her wiha daxwaz kir ku li hember binpêkirin û sûcên dewleta Tirk a dagirker nêrîn û hewldan bên yekkirin.
Partiyên siyasî bang li Rûsya, Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê kir ku siyaseta çavgirtina li sûcên dewleta Tirk a dagirker dewam nekin.
Partî û rêxistinên ku daxuyanî dane, ev in:
Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Kesk a Demokratîk, Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê, Yekitiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî, Tevgera Guhertinê ya Demokratîk a Kurdistanê, Tevgera Nûjen a Kurdistanê, Yekitiya Karkeran a Kurdistanê, Desteya Nîştimanî ya Erebî, Partiya Nûjen û Demokratîk bo Sûriyê, Partiya Komarparêz a Kurdistanê, Partiya Rêkeftin a Demokrat a Kurdî ya Sûrî, Tevgera Çaksazî ya Kurdî-Sûriye, Partiya Asûrî ya Demokratîk, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Yekitiya Nîştimanî ya Azad-Rojava, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongra Star, Partiya Muhafazkaran a Demokratîk, Partiya Têkoşîna Demokart, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê, Desteya Koordîneyê ya Nîştimanî (Tevgera Guhertinê ya Demokartîk), Partiya Yekitiya Suryan, Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Demoqratî ya Kurdî li Sûriyê (Partî), Partiya Yekitiya Demokrata Kurd li Sûriyê (P.Y.D.K.S).