Xelkê Hesekê û Şedadê şehîdan bi bîr anîn
Xelkê Hesekê û Şedadê şehîd Zîlan (Zeyenb Kinaci) û 84 şehîdên Hezîranê yên di cih û salên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn.
Xelkê Hesekê û Şedadê şehîd Zîlan (Zeyenb Kinaci) û 84 şehîdên Hezîranê yên di cih û salên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê û ya Serêkaniyê merasîma bîranîna şehîd Zîlan û 84 şervanên QSD′ê, YPJ, YPG, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Dîsîplîna Leşkerî, gerîlayên ku di cih û salên cuda yên Hezîranê de şehîd bûbûn, li dar xist.
Merasîm li Salona Reşo ya li taxa Mişêrfê ya Hesekê hate lidarxistin.
Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Xelîl Omer axivî û wiha got: "Ne ji fedakariya şehîdan bûya, îro destkeftiyên Şoreşa Rojava tune bûn. Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên me li pêş vîn û israra me ya serkeftin û azadiyê nabin bend."
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Alan Hesekê jî şehîd Yusra Derwêş, Leyman Şiweş û şehîd Zîlan ku di encama çalakiya fedaî ya li dijî artêşa Tirk a dagirker de li Dêrsimê şehîd bûbû, bi bîr anîn.
Alan Hesekê diyar kir ku ji bo zindîkirina rihê şehîdan divê têkoşîna li dijî êrişên dagirkeriyê û têkbirina planên wê were xurtkirin.
Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Beraa El Salih nameya şehîd Zîlan a beriya çalakiya fedaî xwend.
Merasîm bi pêşandana sînevîzyoneke wêneyên şehîdên Hezîranê bi dawî bû.
ŞEDADÊ
Kongra Star a Şedadê merasîma bîranîna şehîd Zîlan li dar xist.
Merasîm li Salona Azadî ya Meclisa Navçeya Şedadê hate lidarxistin û endamên Kongra Star û saziyên sivîl beşdar bûn.
Di merasîmê de endama rêveber a Kongra Star a Şedadê Emîre El Seed li ser çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan axivî. Emîreyê wiha got: "Şehîd Zîlan bi cesaret û çalakiya xwe ya fedaî bû kaniya azadî û dika lehengî û fedaîyê di dîroka têkoşîna Kurdan a li dijî dewleta Tirk de."
Piştî axaftinê Emîre nameya şehîd Zîlan a beriya şehadetê ku ji Rêber Abdullah Ocalan re şandiye, xwend.
Di dawiyê de sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Zîlan hate pêşandan.