Zarokê ku dewleta Tirk beriya 5 salan bi giranî birîndar kirî, jiyana xwe ji dest da

Dewleta Tirk a dagirker beriya 5 salan li herêma sînor a Qamişloyê êrîşê zarokekî ku ji xwe re lîstok dilîst, kiribû. Zarokê ku bi giranî birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.

20'ê Îlona 2018'an, leşkerên artêşa Tirk a dagirker li gundê Xerab Kortê yê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de ye û 10 kîlometreyan dikeve rojavayê bajarê Qamişloyê komeke zarok ku dilîstin, gulebaran kir. Di encama gulebaranê de zarokê bi navê Ebdullah Berzan ji zikê xwe ve birîndar bibû. Birîna wî bandor li hestiyê wî yê piştê û organên din ên laşê wî kiribû.

Ebdullah Barzan yekser birin Nexweşxaneya Fereman a Qamişloyê, lê ji ber rewşa wî giran bû wî rakirin Başûrê Kurdistanê. Ji ber rewşa madî malbatê nikaribû lêçûna tedawiyê bide û piştî 17 rojan neçar ma careke din vegere Qamişloyê. Bijîşkan hinek emeliyetên piştê jê re çêkirin û dayika wê çavdêriya tedawiya fîzyayî dikir.

Birîna Ebdullah bandor li gelek organên laşê wî wekî made, pişt û gurçikên wî kir.

Ebdullah ku gelek organên wî zirar dîtibû, ev car îltihab pê re çêbû.

Ebdullah roja 24’ê Hezîranê anîn Qamişloyê. Ebdullah Berzan ê 17 salî duh jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî li Qamişloyê hat veşartin.