Jinên Rojava li dijî dagirkeran meşiyan
Jin li Qamişlo û Til Koçer li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşiyan.
Jin li Qamişlo û Til Koçer li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşiyan.
Rêxistina Kongra Star li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi dirûşmeya "Rêxistinbûna jinan bersiva êrîşên dagirkeriyê ye" meşek lidar xist.
Bi sedan jinên bajêr, nûnerên rêxistin, saziyên jinan, saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî meşê bûn.
Di meşa ku bi sedan jin hatin cem hev, dirûşma "Jin jiyan azadî" bê navber hate berzkirin.
Meşvan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan rawestiyan. Li wir Endama Rêveberiya Kongra Star Şaha Xelîl axivî. Xelîl şehîd bi bîr anîn û got: "Helwesta jinan a li hember êrîşên berdewam ên li ser herêm û rêveberiya me nayê guhertin.”
Xelîl bal kişand ser êrîşên li djiî jinên pêşeng û êrîşa vê dawiyê ya li dijî Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tûma û got: "Ev ne êrîşa yekemîn e. Dewleta Tirk jinên pêşeng hedef digire. Ev jî parçeyek ji siyasetên qirkirinê yên li dijî jinan û şoreşa gel a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye."
Xelîl, bal kişand ser têkoşîna her sê şehîdan û wiha dewam kir: “Şehîd Leyman di oxira rizgariya gelê xwe û doza jinê de li tevahî parçeyên Kurdistanê 38 salan têkoşiya. Şehîd Yusra jî dayikeke hîndekar bû ku nifşê nû fêrî zimanê wan ê dayikê dikir. Şehîd Firat ê asûrî jî cihê xwe di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (şoreşa biratiya gelan) de girt.”
Xelîl diyar kir ku, divê gelê herêmê li hember êrîşan rêxistinbûna xwe xurttir bike, li gorî pêdiviyên pêvajoyê û pîvanên şerê gel ê şoreşgerî tevbigere.
Meşa li dijî dagirkeriyê li Parka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a navçeya Til Koçer a Kantona Qamişloyê destpê kir.
Di meşê de gel tevî endamên rêxistinên sivîl û rûspiyên eşîran li navenda sûkê daxuyanî dan.
Endama Kongreya Star a Til Koçer Emel Ecêl êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û destnîşan kir ku jinên pêşeng ên ku di doza rizgariya jinan de têdikoşin tên hedefgirtin.
Emel Ecêl diyar kir ku ew ê li dijî êrîşan têkoşîna xwe ya li ser rêya şehîdan mezin bikin.