'Li dijî êrîşkariya dewleta Tirk jin wê her tim li ber xwe bidin'

Hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Firatê Sozdar Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk di şexsê jinê de êrîşî projeya Neteweya Demokratîk dike û destnîşan kir ku jin wê heta dawiyê li ser piya bin û li ber xwe bidin.

Hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Firatê Sozdar Şêxo li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî, ku herî dawî li Qamişloyê hate kirin û di encamê de Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, alîkara wê Leyman Şiwêş û ajokarê wan Firat Tûma şehîd bûn.

Sozdar Şêxo diyar kir, ku dewleta Tirk di şexsê jinê de dixwaze projeya Neteweya Demokratîk tune bike û got, "Piştî ku Rêveberiya Xweser li ser biryara dadgehkirina çeteyên DAÎŞ'ê daxuyanî da, êrîşên li ser herêmê zêde bûn. Dewleta Tirk bi êrîşên bênavber dixwaze dadgehkirina DAÎŞ'ê rawestîne."

Sozdar Şêxo bang li civaka navneteweyî û hêzên pêwendîdar kir ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker helwestê nîşan bidin û got, "Em saziyên mafên mirovan hemûyan rexne dikin, ku heta niha li hemberî van êrîşan helwestek nîşan nedane. Bi vê bêdengiyê diyar dibe ku rê dane dewleta Tirk a dagirker ji bo êrîş bike û armancên xwe pêk bîne. Hebûna DAÎŞ'ê ya li vê derê metirsiyek e. Dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze DAÎŞ'ê û şaneyên wê yên razayî bi hêz bike. Bi vî rengî hewl dide rê bide komkujî û talanê."

Sozdar Şêxo destnîşan kir ku li hemberî êrîş û kiryarên dewleta Tirk êdî divê doz bê vekirin, bêne cezakirin û got, "Armanc êrîşên dewleta Tirk ew jin in, ku li ser xeta azadî û berxwedanê ne. Armanca wan kolekirin û qirkirina jinê ye. Lê em jin, em ê heta dawiyê li ser piya bin û rêya berxwedanê bişopînin."