Dewleta Tirk li Efrînê kesek revand, agir berda zeviyan
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya Efrînê kesek revandin. Her wiha agir berdan zeviyan û bexçeyên zeytûnan.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya Efrînê kesek revandin. Her wiha agir berdan zeviyan û bexçeyên zeytûnan.
Çeteyên 'Feyleq El Şam' ên dewleta Tirk a dagirker, li gundê Beiyê yê Şêrawayê Ehmed Xelîl Elo revandin.
Hate ragihandin ku Ehmed Xelîl Elo birine zindana li gundê Îskayê.
Çeteyan li gundê Kibêşînê yê navçeya Şêrawayê jî agir berdan bexçeyên zeytûnan û zeviyên çandiniyê.