QSD: Şervanekî me ji ber krîza dil şehîd bû
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku şervanê wan Ebdulmecîd El Esad li nuqteyeke leşkerî ji ber krîza dil tevlî karwanê şehîdan bû.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku şervanê wan Ebdulmecîd El Esad li nuqteyeke leşkerî ji ber krîza dil tevlî karwanê şehîdan bû.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê daxuyaniyek weşand û ragihand ku şervanekî wan ji ber krîza dil şehîd bûye.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Şervanên hêzên me, Hêzên Sûriyeya Demokratîk têkoşîna li dijî rêxistina terorîst a DAÎŞ'ê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Hêzên me baregehên rêxistina terorîst têk dibin, tevgera şaneyên wan ji hev dixin û tevgera wan pûç dikin.
Hêzên me bi awayekî sereke xwe dispêre hêza şervan û têkoşîna wan a parastina ewlehî û îstîqrara herêmê. Li nuqteyeke me ya leşkerî şervanê me Ebdulmecîd Ehmed El Esed (Macid) di encamê krîza dil de şehîd bû.
Em sersaxiyê ji malbat şehîd Macid û tevahî malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Em soz didin heta pêkanîna armancên wan a welatekî ewle û aştiyane, têkoşînê dewam bikin.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Macid
Nav û paşnav: Ebdulmecîd El Esad
Navê dayikê: Rufe
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Um Medfe/1995
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê/24′ê Hezîrana 2023′yan."