Şêniyên Amûdê dewleta Tirk a dagirker protesto kirin
Ji bo protestokirina êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê çalakiyek hate lidarxistin.
Ji bo protestokirina êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê çalakiyek hate lidarxistin.
Şêniyên navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişloyê têkildarî êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker ku duh (20’ê Hezîranê) li ser rêya Tirbespiyê-Qamişlo kiribû, daxuyaniyek da.
Di êrişê de Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira hevserokatiya meclisê Lîman Şiwêş û welatparêz Firat Tûma şehîd bûbûn, hevserokê kantonê Gabî Şemûn jî birîndar bû.
Daxuyanî li qada Jina Azad a li navçeyê bi amadebûna endamên Saziyên Civaka Sivîl, Kongra Star û nûnerên partiyên siyasî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Dibistanan a li Amûdê Hena Xalid ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de bal birin ser êrîş, siyasetên pişaftin, tunekirin û qirkirinê yên li dijî gelên herêmê. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin “Gelê herêmê xwedî mîraseke berxwedanê ye, serê xwe netewandiye û bi îradeya xwe her tim bersivên xurt daye. Di Şoreşa Rojava de jî ev yek derket dolê.”
Di dewama daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker, bi taybet êrişa duh li ser rêya Tirbespiyê-Qamişlo hat şermezarkirin û bal kişandin ser têkoşîna her du şehîdan Yusra û Lîman. Di daxuyaniyê de hate gotin “Yusra Derwêş û Lîman Şiwêş du jinên pêşeng bûn. Her du şehîd ji bo birêxistinkirina civaka xwe ked û xebateke pir mezin dan meşandin. Yek ji rêbazên qirêj ku dijmin dimeşîne jî hedefgirtina kesayetên pêşeng e. Wek gelê herêmê em ji van kiryarên tirsonek natirsin, vîna me têk naçe. Careke din em soz didin şehîdên xwe ku em ê şopdarên rêya wan bin.”
Heman daxuyanî li navçeyên Çilaxa û Girkê Legê yên girêdayî kantona Qamişlo jî hat xwendin.