PYD: Wê têkoşîna heval Leyman qet nesekine

PYD’ê derbarê qetilkirina Leyman Şiweş, Yusra Derwîş û Firat Tûma daxuyaniyek da û got “Têkoşîna ku heval Leyman daye destpêkirin wê qet nesekine.”

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyeke nivîskî, êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê şermezar kirin.

Duh, di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeyeke li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê de hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwîş û cîgira hevserokatiyê Leyman Şiwêş û welatparêz Firat Tûma şehîd bûbûn.

Di daxuyaniya PYD′ê de wiha hate gotin:

"Em di destpêkê de şerê qirkirinê ku dewleta Tirk li dijî gelê me dimeşîne, şermezar dikin û li hember şehîdên xwe rêzdar in û şifaya lezgîn ji birîndarên xwe re dixwazin.

Em sersaxiyê ji tevahî gelê xwe, malbatên şehîdan, nemaze ji malbata Şiwêş re dixwazin ku di oxira pêkanîna azadî û rûmeta gelê Kurd de fedakariyên mezin kirin.

Şehîdxistina hevrê Leyman Şiwêş ji bo gelê Kurd û herêmê xisareke mezin e. Hevrê Reyhan ji jinên destpêkê ku tev li refên şoreşa Kurdistanê bûye, qalibên civakê şikandin û bi têkoşîna xwe bû sembola jina Kurd a leheng. Di dirêjahiya 38 salan de di nava gel û li çiyayên Kurdistanê de têkoşiya û heta roja şehadetê, jiyana xwe xist xizmeta gelê xwe. Bi nirxên şoreşê ve girêdayîbû.

Hevrê Reyhan ne tenê li Rojava têkoşiya, li Başûr û Bakurê Kurdistanê jî têkoşiya. Di oxira yekîtiya gelê Kurd û pêşxistina wê de xebat kir. Di nava pêkhateya Ereb li Minbicê de jî kar kir. Sembola yekitiya gelan bû. Di oxira azadiya jinê de bi salên dirêj di nava Kongra Star de kar kir û di tevgera jinan de bi roleke girîng rabû.

Hevrê Lîman ji gelê xwe hez dikir, bi armancên şoreşê ve girêdayî bû. Îro jî yek ji lehengên şoreşa neteweyî û şoreşa jinan e.

Em Meclisa Giştî ya PYD′ê soz didin ku em ê li ser şopa wê bimeşin û ji hevrêyên xwe Yusra û Firat re wefadar bin. Bila dijmin bizane têkoşîna hevrê Reyhan (Leyman Şiwêş) dest pê kiriye nasekine û berdêla wê çi be jî em ê bidin.

Careke din em soz didin leheng Leyman Şiwêş, Yusra û Firat, her wiha hemû şehîdên azadiyê ku wê ala wan bilind be û fedekariyên wan badilhewa naçin û em ê bi ser bikevin.

Em bang li gelê xwe xwe dikin ku bi girseyî tev li merasîmên lehengan bin ku wê îro li Amûdê li dar bikeve."