Şêniyên Hesekê li dijî tecrîd û êrîşên dagirkeriyê meşiyan
Bi hezaran kes li Hesekê û Şedadê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Bi hezaran kes li Hesekê û Şedadê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê û navçeya Şedadê bi du meşên cuda tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê şermezar kirin.
Meşa li bajarê Hesekê ji pêşiya Çerxerêya Sînalko ya li taxa Til Hecer dest pê kir û heta Parka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li taxa Nasire dewam kir.
Li Parka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endama Yekitiya Jinên Ciwan Jînda Elî axivî. Jînda diyar kir ku dewletên kapîtalîst bi komplo û dîlgirtina Ocalan xwestin çand û zimanê Kurdî tune bikin.
Jînda anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherandiye navenda çandê û ji wir bi dehan pirtûkên dîrokî, çandî û zanistî derketin û li cîhanê belav bûn.
Jînda êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya navneteweyî ya li hember wan êrişan şermezar kir.
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Farûq Tozo jî axivî û destnîşan kir ku êrişên Tirkiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewldaneke têkbirina tecrûbeya demokratîk a gelên herêmê ye.
Farûq Tozo anî ziman ku sûc û binpêkirinan li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda li dijî Ocalan bi heman zihniyetê tên kirin û heman alî pêk tîne.
Meclisa Navçeya Şedadê jî bi hevkariya Kongra Star bi heman armancê li bajarokê Erîşa meşek li dar xist. Meş ji pêş Şaredariya Gel a Erîşa dest pê kir û heta meclisa bajarok deawm kir.
Di meşê de Endama Rêveberiya Mala Jinan a Erîşa Sûad El Ebdullah axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan, bi taybet êrişa li dijî hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira hevserokatiya meclisê Leyman Şiweş şermezar kir û got: "Ev şehîd, bi fedekarî û têkoşîna xwe bûn sembolên têkoşîna me.”
Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan jî Zehra El Ebdullah axivî. Zehra êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin û got ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qirkirinê pêk tîne.