10 sazî û tevgerên civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê daxuyaniyek dan.
Daxuyanî li pêşiya avahiya Navenda Lêkolîn û Şêwirên Stratejîk a li taxa Meheta ya li Qamişloyê hat xwendin.
Mamosteya zimanê Kurdî Ehlam Eseed, endamê nivîsgeha Hevgirtina Olên Mezopotamyayê Hena Somî daxuyanî bi zimanên Kurdî û Erebî xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de şehîdên doza azadiyê hatin bibîranîn û ji malbatên wan û gelê herêmê re sersaxî hat xwestin.
Şerê qirkirinê yê dewleta Tirk a dagirker ê li dijî gelê herêmê, hat şermezarkirin û îşaret bi êrişên dagirkeriyê yên ji destpêka Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve pêk tên, hedefgirtina têkoşer û welatparêzan, destekdayîna çeteyên DAIŞ’ê, dagirkirina herêmên Sûriyeyê kirin.
Di dewama daxuyaniyê de êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a di 20`ê Hezîranê de li dijî hevserok û endamên meclisa kantona Qamişloyê hat bibîrxistin û wiha hat gotin: “Ev êrîşa hovane ya ku hemû qanûnên navdewletî û rêgezên exlaqî binpê dike, di çarçoveya hemleya qirkirina sîstematîk de pêk hat. Jinên di nava civakê de bi bandor in bi awayekî taybet êrîş li dijî wan tê kirin û bi rêbazên bêexlaqî şerê taybet li dijî wan tê meşandin. Bi vî awayî dixwazin bawerî û moralê civakê bişikînin û gel ji doza xwe û welatê xwe bidin dûrxistin.”
Dewamiya daxuyaniyê wiha ye: "Em wek Platforma Dîplomasiya Civakî û sazî û tevgerên civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, van êrişan şermezar dikin, soza şopandina rêya şehîdan û berdewamkirina ked û xebatên wan didin. Dê hêzên dagirker nikaribin îradeya civaka me binpê bike. Em ê bi xurtkirina birêxistinbûna xwe û kombûna li derdor nirxên xwe yên civakî bersiva erîşan bidin.
Em bang li hemû sazî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku dawî li bêdengiya xwe bînin û li hember êrişan xwedî helwest bin.
Bang li gelê xwe jî dikin ku bi rêxistinbûna xwe û girêdana xwe bi nirxên Şoreşa Civakî re, hemû siyasetên qirker bişikînin û li pey doza xwe ya wekhevî, edalet û demokrasiyê bi gavên xurt bimeşin.
Sersaxî ji malbatên şehîdan û hemû gelê me re.
Şehîd Namirin!”
Saziyên beşdarî daxuyaniyê bûne:
Platforma Dîplomasiya Civakî
Tevgera Civaka Demokratîk
Zanîngeha Rojava
Hevgirtina Olên Mezopotamyayê
Kongra Îslama Demokratîk
Tevgera Çand û Hunerê
Şaredariya Qamişloyê
Yekitiya Ragihandina Azad
Kombenda Civakî ya Efrînê
Komeleya Keziyên Kesk