Birîna Komkujiya Kobanê 8 sal in ne kewî ye

8 sal in li ser şefaqa bi xwîn re derbas bûn, lê birîna wê li her malekê weke roja destpêkê teze ye. Şêniyên gundê Berxbotanê gotin, "Ew roja reş nayê jibîrkirin."

Piştî ku Mûsil ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hate dagirkirin, 15’ê Îlona 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê bi desteka dewleta Tirk û gelek welatên herêmî êrîşê bir ser Kobanê. Çeteyên DAÎŞ'ê piştî ku 350 gundên Kobanê dagir kir êrîş anî ser navenda bajêr. Hêzên YPG-YPJ'ê berxwedana herî mezin a dîrokî li dijî êrîşên çeteyan nîşan da û 26'ê Çileya 2015'an DAÎŞ'ê derba xwe ya mezin li Kobanê xwar. Ev bû 'destpêka têkçûna' DAÎŞ'ê. Her wiha ji bo çeteyên DAÎŞ'ê û piştevanên wan di serî de Erdogan bû şikestineke mezin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAÎŞ ku ev têkçûn qebûl nekirin 25'ê Hezîrana 2015'an êrîş anîn ser Kobanê. Di vê êrîşê de piranî jê jin, zarok û pîr 272 sivîl hatin kuştin, bi sedan sivîl jî birîndar bûn. Di encama hovîtiya çeteyan de gundê Berxbotan, Zerik û Girê Sêvê veguherîbû gula xwînê.

Di vê êrîşa DAÎŞ'ê de yek ji devera ku 27 sivîl lê hatin kuştin gundê Berxbotan ê Kobanê ye. Gund 27 km li başûrê Kobanê ye û ji 120 malî pêk tê. Gund bi welatparêziya xwe tê zanîn, di têkoşîna azadiya Kurdistanê de berdêl dane. Gundê Berxbotanê bi welatparêziya xwe û şehîdên xwe tê naskirin. 

Di komkujiyê de çîrokeke bi hêvî û jiyanek bi dawî bû. Tê de soz nîvço mayî, zarokên sêwî û dayîk û bavên ciger şewîtî man. Naîme Aqil ku yek ji şahidên komkujiyê ye û kurê wê Ebdulqadir di komkujiyê de şehîd bû wiha behsa wê rojê kir;

“Şefaq bû, hêj gelek welatî di xew de bûn. Dengê guleyan her ku diçû zêde dibû. Dengê tekbîrê dihate guhê min. Min deng li Ebdulqadîr kir ku rabe, lê got ‘ma çawa wê DAÎŞ were vir.’ Piştre dengê bombeyeke xurt li ser deriyê sînor hat. Ebdulqadir ber bi dengê teqînê ve bazda, min gazî kir lê dengê min nebihîst. Ez jî li pey wî heta ber bi deriyê sînor çûm. Me dengê hewara jinan kir, li erdê cenazeya zarok, jin, pîr hebûn. Di wir de êdî min zanîbû ku ev komkujî ye. Piştre agahî hate ji me re ku DAÎŞ ketiye Kobanê û divê em ber bi rojavayê Kobanê ve biçin. Dengê guleyan nedisekinî. Em ji taxê derketin û ber bi rojavayê Kobanê ve çûn. Tenê Ebdulqadir di malê de ma, qêrîn û hewara jin û dayikan bilind dibû. Ev yek nebes bû, îcar leşkerên Tirk li ser sînor gule li me direşandin.”

Aqil anî ziman ku, armanca dijmin ew e ku qirkirina Kurdan pêk bînin û wiha dewam kir, “Kurê min Ebdulqadir şehîd ketibû li gund. Em li daristana Kobanê vê yekê hînbûn. Li dijî êrîşan li ber xwe daye, çar gule lê reşandine. Lê kurê min bi serbilindî şehîd bû. Ti tirs di dilê wî de tune bû. Komkujiyeke bi şewat bû û derexlaqî bû. Kezeba me dişewite dema em qala wê rojê dikin. Komkujiyek dervî rêgezên mirovahiyê ye. Aliyên ku qala mafê mirovan dikirin, di rojên wisa de li hember vê komkujiyê bêdengiya xwe parastin.”

Ixlas Îbrahîm a ku di komkujiyê de dayik û bavê xwe winda dike û tevî xwişk û birayên xwe li Taxa Gumrikê ya nêzî deriyê Mûrşîd Pinarê dimîne jî wiha axivî: “Bi dengê teqîneke mezin me çavên xwe vekir. Me got qey ji ber navçeya Sirîn a Kobanê hatiye rizgarkirin, pîrozbahî heye. Lê me nizanîbû ku deryiyê sînor ê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatiye teqandin. Bavê min jî ji ber deng derket dervayî malê, dayîka min gazî kir û got ‘neçe derve.’ Ji dayika min çek xwest û got ‘hûn ji malê dernekevin.’ Hima bi derketinê re bavê min hate gulebarankirin. Her ku dem derbas dibû dengê guleyan zêde dibû. Dengê qêrîn û hewara hevjîna apê min hat. Ji ber deng me nizanîbû çi dibe li dora me. Piştre me dît ku bavê me li erdê ye. Em zarok bûn wê demê, me nizanîbû çi dibe. Lê dayîka min kir qîrîn û ber bi bavê min ve bazda û got ‘Îbrahîm şehîd ket.’ Li heman cihî dayika min jî gulebaran dikin. Dayika min tevî wê halê xwe yê birîndar heta ber derî hat. Xwişka min bazda ku wê bigire. Dayika min ji xwişka min re got, ‘biçe qîmeta xwe û xwişk û birayên xwe zanibe’ û ew jî li ber derî şehîd bû. Dayika min ducanî bû. Em bi tenê hiştin û çavê xwe li jiyanê girt.  

Îbrahîm diyar kir ku di salvegera komkujiyê de birînên wan ji nû ve jan dide û wiha got, “Ev rojeke reş e, nayê jibîrkirin. Di wê komkujiyê de ez 7 salî bûm. Min ne tenê dayik û bavê xwe, her kesê xwe winda kir.”