Êrîşên dagirkeriyê li navçeyên Qamişloyê hatin protestokirin

Li Çilaxa, Girkê Legê, Til Hemis û Til Birakê, bi hezaran kesan êrîşên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin.

Ji bo şermezarkirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hezaran şêniyên navçeyên Qamişloyê bi girseyî meşiyan.

Di êrîşa hewayî ya 20′ê Hezîranê de, hemwextî civîna Astanayê, dewleta Tirk a dagirker komkujiyek pêk anî; hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cihgira hevserokatiya meclisê Leyman Şiweş û endamê meclisê Ferat Tûma şehîd bûn û hevserokê meclisê Gabî Şemûn birîndar bûbû.

ÇILAXA

Bi diruşmeya "Birêxistinbûyîna jinan bersiva êrîşên dagirkeriyê ye" xelkê Çilaxa, endamên meclis, saziyên sivîl û leşkerî, Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên Kongra Star meşek li dar xist.

Meş, li Qada Şehîd Mahsûm dest pê bû û piştî meşê mîtîngek li dar ket.

Di mîtîngê de endama rêveber a Rêveberiya Dibistanên Çilaxayê Nizhe Seyfedîn şehîdên azadiyê bi bîr anîn û sersaxî ji şehîdên komkujiya dawîn re xwest.

Nizhe Seyfedîn da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ji bo ku vîna gelên berxwedêr bişikîne welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike armanc, ev hedefgirtin hewildana têkbirina projeya neteweya demokratîk e.

Endamê Meclisa Navçeya Çilaxa Salih Sefo jî bang kir ku sîxur û ajanên dewleta Tirk a dagirker ji herêmê bên derxistin; da ku serkeftin û armancên şehîdan pêk bên û divê hemû pêkhate têkoşîn û berxwedanê xurt bikin.

GIRKÊ LEGÊ

Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk, xelkê Girkê Legê û endamên saziyên sivîl meşek li dar xist.

Xelk li Qada Şehîd Xebat kom bûn, wêneyên şehîdên komkujiya dawîn, alên Kongra Star hildan.

Piştî meşê li Çerxerêya Jinan a mîtîng hate lidarxistin. Li wir hevseroka Meclisa Navçeya Girkê Legê Zilfe Bedro axivî û got ku armanca bi êrîşên dewleta Tirk, şikandina vîna pêkhateyên herêmê ye. 

Zilfe Bedro bang li gelê herêmê û jinan kir ku rêxistina xwe li hember êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xurt bikin.

TIL HEMIS

Bi sedan xelkê navçeyê û endamên saziyên sivîl meşek li dar xist û li Çerxerêya Sewamî ya li bakurê navçeyê meş veguherî mîtîngê. Li wir hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Mihemed El Şemerî êrişa dawî ya dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeya Meclisa Kantona Qamişloyê şermezar kir.

El Şemerî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşan tevahî pîvanên exlaqî û mirovî, peymanên navneteweyî binpê dike.

El Şemerî wiha got: "Ne ji erêkirinê û razîkirina Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî bûya dewleta Tirk nedikarî guleyek jî li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biavêta."

Li aliyekê din jî endama Kongra Star a Meclisa Navçeya Til Hemîsê Ezarî El Feyhan diyar kir ku ji dema damezirandina Rêveberiya Xweser û heta roja îro ve dewleta Tirk jinên pêşeng û yên di rêveberiyê de ji xwe re dike armanc.

TIL BIRAK

Bi sedan kes û endamên sazî, meclisên sivîl û nûnerên partiyên siyasî, şêx û rûspiyên navçeyê li pêş Firina Otomatîk kom bûn û meşek li dar xist.

Li naverasta navçeyê meş veguherî mîtîngê. Li wir endama rêveber a Meclisa Navçeya Til Birakê Xewle El Nasir axivî û banga azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got ku azadiya wî garantiya yekane ya demokrasiya li herêmê ye.

Di dawiyê de endama rêveber a Kongra Star a Til Birakê Rexed El Hisên jî bêdengiya navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got ku ew ê bi hev re ji bo şikandina êrîşên dewleta Tirk têkoşîn û berxwedanê xurt bikin.