Xelkê Dêrîk û Tirbespiyê li dijî komkujiyê daketin qadan
Xelkê Dêrîk û Tirbespiyê li dijî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan
Xelkê Dêrîk û Tirbespiyê li dijî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan
Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker di 20′ê Hezîranê de li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê erebeyeke Meclisa Kantona Qamişloyê kir hedef. Di encama êrîşê de Hevseroka kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira hevserokatiya meclisê Leyman Şiweş û endamê meclisê Firat Tûma şehîd bûn. Hevserokê kantonê Gabî Şemûn jî birîndar bû.
Li hember êriş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker bi sedan xelkê navçeya Dêrik, gundên Koçerat, Berav, nûnerên sazî, meclisên Dêrikê meşeke girseyî li dar xist.
Meş ji Qada Azadiyê de dest pê kir û li tevahî kolanên sereke ya Dêrikê berdewam kir.
Meş li sûka navendî veguherî mîtîngê. Li vir endama rêveber a Kongra Star a Dêrikê Wesfiye Murad axivî û serxaxî ji malbatên şehîdên komkujiyê re xwest.
Wesfiye diyar kir êrişên dewleta Tirk li pêş berxwedan û têkoşîna jinan nabin bend, berovajî wê hevgirtina wan li hember planên qirkirinê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir dibe.
Wesfiye bang kir ku têkoşînê bilind bikin û destkeftiyên şoreşê yên bi fedekarên keç û xortan pêk hatine biparêzin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em bîranîna wan, bi rêya rêxistina xwe ji xwe re bikin ajoyekke nû ya têkoşînê."
TIRBESPIYÊ
Li navçeya Tirbespiyê jî Kongra Star bi diruşma "Birêxistinkirina jinan bersiva êrişên dagirkeriyê ye" meşek li dar xist. Di meşê de pêkhateyên navçeyê; Kurd, Ereb, Suryan, nûnerên ji partiyên siyasî, endamên Kongra Star, sazî, meclisên sivîl û ewlehî yên bajêr amade bûn.
Meş ji pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê dest pê kir û xelkê beşdar bûye wêneyên şehîdên komkujiya li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê hildan.
Li sûka navendî ya navçeyê meş veguherî mîtîngê. Li vir endama Kongra Star Muntehe El Mehmûd xîtabî girseyê kir û wiha got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên me vîn û hêzên me yên jinên pêşengê doza rizgariya jinê hedef digirin, her wiha Rêveberiya Xweser ku nûnertiya tevahî pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digirin."
Muntehe wiha domand: "Em jin êriş me naşikînin û heta pêkanîna aştî û serkeftinê ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re li ser rêça şehîdan in."
Di dawiyê de hevserokê Komeleya Perwerdê ya Tirbespiyê Fener Hisên soz da ku têkoşînê bilind bikin û li ser rêça şehîdan bimeşin, her wiha rola şehîd Yusra di perwerdê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir.