Hikumeta Enqereyê di 'Plana Têkbirinê' de ya li ser Rojava giraniyê dide ser êrîşên bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî (SÎHA). Gava ku mirov bala xwe bide ser êrîşên destpêkê yên li herêmê hingî wê armanca wê hîn bi şênberî xuya bike. Cihê ku êrîşên destpêkê lê hatin kirin gundên Kobanê bûn. Piştî ku li gundê Hêlincê êrîş li pêşengên jinê yên şoreşê hate kirin, êrîş li ser maleke li gundê Elpelûrê hate kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 1979'an dema derbasî Rojava bû 40 rojan li wê malê mabû. Dewleta Tirk bi van êrîşên destpêkê re bingeha 43 salan a Şoreşa Rojava ji xwe re kir hedef. Cotmeha 2019'an piştî êrîşa ji bo dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, ji 23'ê Hezîranê û vir ve yanî tam 3 sal in dewleta Tirk bi destûra Rûsya û DYE'yê bombeyan li herêmê dibarîne.
Ji Dêrikê heta Şehbayê li çar aliyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava 3 salên dawî de 181 caran dewleta Tirk bi SÎHA'yan êrîş kirin. Di encamê de jî 112 pêşengên şoreşê şehîd bûn, 72 jî birîndar bûn. Her wiha di êrîşên li ser baregehên hêzên hikumeta Şamê de 46 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 50 leşker jî birîndar bûn.
Kronolojiya êrîşên bi SÎHA'yan ên 3 salên dawî yên li herêmê bi vî rengî ye:
23'ê Hezîrana 202'î li gundê Hêlincê yê Kobanê endamên Koordînasyona Kongra Star Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl, Emîne Weysî şehîd bûn.
2021: 8 ÊRÎŞ, 17 ŞEHÎD
Sala 2021'ê li Qamişlo, Til Temir û Kobanê 8 caran êrîş hatin kirin. Di encamê de 17 kes şehîd bûn, yek jî birîndar bû.
16'ê Hezîrana 2021'ê li gundê Elpelûrê yê Kobanê bombe li malekê hate barandin.
19'ê Tebaxa 2021'ê Êrîş li ser vahiya Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê hate kirin, endama Meclîsa Leşkerî ya QSD'ê Sosin Bîrhat, Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê Egîd Girkê Legê, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê Rûbar Hesekê û Seyfûllah Ehmed şehîd bûn.
19'ê Tebaxa 2021'ê li ser rêya Amûdê Qamişloyê êrîş li wesayitekê hate kirin, ji Fermandarên YPG'ê Rênas Roj şehîd bû.
22'ê Tebaxa 2021'ê li Qamişloyê di êrîşa li ser mala Gaziyên Şer de şervan Çekwar Zerîk şehîd bû.
20'ê Cotmeha 2021'ê li navenda Kobanê êrîş li wesayitekê hate kirin.
23'ê Cotmeha 2021'ê li Kobanê di êrîşeke li ser wesayitekê de şervanên YPG'ê Hozan Qamişlo, Gelî Heleb û Amed Efrîn şehîd bûn.
9'ê Mijdara 2021'ê li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê di êrîşa li ser wesayitekê de ji welatparêzên pêşeng ên şoreşê Yûsif Gulo tevî neviyên xwe Mezlûm Gulo û Mihemed Gulo şehîd ketin.
25'ê Mijdara 2021'ê li Kobanê di êrîşa li ser navenda ciwanan de Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê, Rojîn Ehmed Îsa, Merhef Xelîl Îbrahîm, Welîd Mihemed Menla Hisên û Mesûd Îbrahîm şehîd ketin.
2022: 120 ÊRÎŞ, 72 ŞEHÎD, 64 BIRÎNDAR
12'ê Çileya 2022'an bombe li maleke li gundê Fatîsa yê Eyn Îsayê hate barandin.
2'ê Sibata 2022'an bombe li gundê Kasra Mûsa yê Eyn Îsayê hate barandin.
5'ê Sibata 2022'an li gundê Belûniyê yê Şehbayê û gundê Ûmm Edes ê Minbicê bombe li malan hate barandin.
9'ê Sibata 2022'an li gundê Ereb Hesen ê Minbicê malek û li gundê Behîra yê navçeya Amûdê jî wesayitek hatin bombekirin. Di êrîşa li ser wesayitê de zarok Mihemed Elî Kelah ê 11 salî şehîd bû, Mahîr Îsa Kelah ê 13 salî, mamoste Omer Xanî û Ela Cido Ehmed jî birîndar bûn.
27'ê Sibata 2022'an êrîş li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê hate kirin. Xisara madî li navçeyê bû.
15'ê Adara 2022'an êrîş li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê hate kirin.
16'ê Adara 2022'an êrîş li wesayiteke li gundê Hoşan ê Eyn Îsayê hate kirin.
1'ê Nîsana 2022'an li ser rêya Tirbespiyê-Qamişloyê êrîş li wesayitekê hate kirin. Şervan Derar Cûma Hemza şehîd bû, hunermend Ferhad Merdê û kesek birîndar bûn.
3'ê Nîsana 2022'an li ser rêya Til Temir-Hesekê êrîş li wesayitekê hate kirin, endamê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Awrem Marokî û kesek birîndar bûn.
4'ê Nîsana 2022'an li Zirganê êrîş li Navenda Hêzên Ewlekariya Navxweyî hate kirin, 3 endamên asayîşê birîndar bûn.
8'ê Nîsana 2022'an li Zirganê êrîş li malekê hate kirin, 3 kes birîndar bûn.
9'ê Nîsana 2022'an li gundê Til Kepisê yê Dirbêsiyê êrîş li malekê hate kirin.
16'ê Nîsana 2022'an bombe li gundê Til Tawil ê Til Temirê hate barandin, kesek birîndar bû.
20'ê Nîsana 2022'an, li ser rêya gundên Êdiq û Toxit ên Kobanê bombe li wesayitekê hate barandin, 3 şervanên YPJ'ê şehîd bûn.
21'ê Nîsana 2022'an li gundê Til Cemşîd ê Til Temirê di êrîşekê de 3 kes birîndar bûn.
22'ê Nîsana 2022'an li gundê Um Beramîl ê Eyn Îsayê êrîş li wesayitekê hate kirin.
24'ê Nîsana 2022'an li gundê Zor Mixar ê Kobanê li hemberî nuqteyeke kontrolê ya hêzên hikumeta Şamê û gundê Mihsenlî yê Minbicê êrîş hate kirin.
27'ê Nîsana 2022'an herêmên li başûrê Minbicê hatin bombekirin.
11'ê Gulana 2022'an êrîş li navenda bajarê Kobanê û rêya Helebê hate kirin. Welatparêz Ekrem Ustek şehîd bû.
30'ê Gulana 2022'an li Qamişloyê êrîş li wesayitekê hate kirin, şervana YPJ'ê Mizgîn Botan û welatparêz Kesra Melek şehîd bûn, şervana YPJ'ê Dîcle Cûdî û Hêvîdar Dirbêsiyê bi giranî birîndar bûn.
1'ê Hezîrana 2022'an li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê êrîş li navenda tenduristiyê hate kirin.
9'ê Hezîrana 2022'an êrîş li derdora Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan hate kirin, 5 kes birîndar bûn.
27'ê Hezîrana 2022'an êrîş li herêma Şêxler a Kobanê hate kirin.
28'ê Hezîrana 2022'an li gundê Xanê Serê yê Dêrikê 2 wesayit, li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê malek hatin bombekirin.
2'ê Tîrmeha 2022'an li gundê Til Semin ê Reqayê bombe li wesayitekê hate barandin, Fermandara YPJ'ê Mizgîn Kobanê şehîd bû.
18'ê Tîrmeha 2022'an êrîş li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê hate kirin.
19'ê Tîrmeha 2022'an êrîş li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê hate kirin, 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.
21'ê Tîrmeha 2022'an êrîş li navenda bajarê Kobanê hate kirin, ji fermandarên YPG'ê Berxwedan Kobanê û Kendal Rojava şehîd bûn.
22'ê Tîrmeha 2022'an di navbera Qamişlo-Tirbespiyê de êrîş li ser wesayitekê hate kirin, di encmaê de Fermandara Hêzên Antî Terorê (Y.A.T) Jiyan Tolhildan, Fermandara YPJ'ê Roj Xabûr û endama Y.A.T'ê Barîn Botan şehîd bûn.
28'ê Tîrmeha 2022'an li ser rêya Eyn Îsa-Reqayê êrîş li wesayiteke Hêzên Ewlekariya Navxweyî hate kirin, endamên Hêzên Ewlekariyê Beşar Mihemed Elî Bozan û Cîhan Mihemed Mistefa, Sara Mihemed El Hİsên û Selma Elî Mistefa şehîd bûn.
3'ê Tebaxa 2022'an bombe li gundê Til Cuma yê Suryan ê Zirganê hate barandin, kesek şehîd bû.
4'ê Tebaxa 2022'an bombe li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê hate barandin, 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn.
6'ê Tebaxa 2022'an li taxa Sînaa ya Qamişloyê êriş li wesayitekê hate kirin, Endamê Fermandariyê yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Yûsif Mehmûd Rebanî, Endamê Dîsîplîna Leşkerî ya QSD'ê Rûxwaz Amûdê, ji şêniyên herêmê Şemdîn Şemdîn û Ehmed Elî Hisên, Aheng Ekrem Hisên şehîd bûn.
9'ê Tebaxa 2022'an malek li gundê Xerzê yê Amûdê hate bombekirin. Li Qamişloyê bombe li derdora Nexweşxaneya Covîd-19 a Jiyan hate barandin. Endama Hêzên Xweparastinê Dilsoz Tirbespiyê, Elî El Mislet, Muhyedîn Gulo û Mahîr El Ezbê şehîd bûn.
10'ê Tebaxa 2022'an li gundê Mela Sibatê yê li rojavayê Qamişloyê bombe li wesayitekê hate barandin. Di êrîşê de Fermandarê QSD'ê Dijwar Kobanê û şervan Çiya Qamişlo, ji şêniyên herêmê Edîb Yûsif şehîd bûn.
16'ê Tebaxa 2022'an li gundê Sinceq Sadûn ê li başûrê Amûdê bombe li nuqteyeke kontrolê ya Hêzên Xweparastinê hate barandin, endamên Hêzên Xweparastinê Baz Amûdê, Baran Amûdê, Demhat Amûdê, Şoreş Dirbêsiyê û Ronî Can şehîd bûn.
18'ê Tebaxa 2022'an li gundê Şemokê yê li ser rêya Hesekê-Til Temirê navendeke perwerdekirina zarokên keç a Neteweyên Yekbûyî hate bombekirin. Di êrîşê de 5 zarok şehîd bûn, 11 zarok birîndar bûn.
24'ê Tebaxa 2022'an navenda navçeya Til Rifetê ya Şehbayê hate bombekirin, ji şêniyên herêmê 2 kes şehîd bûn, 7 jî birîndar bûn.
16'ê Îlona 2022'an li Eyn Îsayê bombe li wesayitekê hate barandin. Di encamê de Fermandarên YPG'ê Rojhat Karakoçan û Dogan Amanos şehîd bûn.
2'ê Cotmeha 2022'an bombe li gundê Bêlûniyê yê Şehbayê hate barandin.
6'ê Cotmeha 2022'an di bombardûmana li ser Kobanê de Fermandarê YPG'ê Koçero Batman şehîd bû.
12'ê Cotmeha 2022'an li derdora Kampa Koçberan a Newrozê ya li bakur rojhilatê Dêrikê bombe li wesayitekê hate barandin.
15'ê Cotmeha 2022'an li gundê Minixê yê Şehbayê bombe li baregehek hêzên hikumeta Şamê hate barandin.
24'ê Cotmeha 2022'an êrîş li saziyeke Rêveberiya Xweser a li Qamişloyê hate kirin, ji şêniyên herêmê 2 kes şehîd bûn.
13'ê Mijdara 2022'an li gundê Sincaq Sadûn ê Amûdê bombe li wesayitekê hate barandin.
19-20'ê Mijdara 2022'an li gundê Teqil Betil ê Dêrikê bombe li wesayitekê hate barandin, 2 kes şehîd bûn. Piştre sivîlên ku çûn cihê bombardûmanê hatin bombekirin. Di êrîşa duyemîn de 7 kes, nûçegihanê ANHA'yê Îsam Ebdulla şehîd bûn, 3 kes jî birîndar bûn. Gundê Til Hermel ê Zirganê û sîloyên genim ên li gundê Dehril Ereb hatin bombekirin, 3 kes şehîd bûn, 3 jî birîndar bûn. Di heman bombardûmanê de 3 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan, 5 leşker jî birîndar bûn. Li gundê Qizelî yê Girê Spî bombe li baregehek hêzên hikumeta Şamê hate barandin. Di êrîşê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da, 2 leşker jî birîndar bûn. Rêya Kobanê-Cerablûsê, taxa Kaniya Kurdan, gundê Helincê û Girê Miştenûrê hatin bombekirin, nûçegihanê Stêrk TV Mihemed Cerade birîndar bû. Di êrîşa li ser bejahiya Efrînê de 5 şervanên HRE'yê şehîd bûn. Li gundê Şêwarxa yê navçeya Şera a Efrînê bombe li baregehek hêzên hikumeta Şamê hate barandin, 10 leşkeran jiyana xwe ji dest dan 5 jî birîndar bûn. Di êrîşên li ser gundên Minix û Bêlûniyê yên Şehbayê de 22 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan, 31 jî birîndar bûn.
21'ê Mijdara 2022'an gundên Malîkiyê û Kefer Antûn ên navçeya Şera ya Efrînê hatin bombekirin.
22'ê Mijdara 2022'an êrîş li Baregeha Hevpar a Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê û Y.A.T'ê ya li qadeke navbera Hesekê-Til Temirê ye, hate kirin. Di encamê de 2 endamên Y.A.T'ê şehîd bûn, 3 jî birîndar bûn. Gundê Ewca yê Til Temirê jî 3 caran hate bombekirin.
23'ê Mijdara 2022'an gundên Derxîxan û Mesrefê yên Dêrikê, gundên Şirikê û Mehşûqê yên Çilaxayê hatin bombekirin. Li Qamişloyê wesayitek, li gundê Mizgeftê yê Tirbespiyê stasyona elektrîkê, li gundê Ewdayê navenda petrolê, li gundê Rotanê akademiya perwedeyê ya Hêzên Leşkerî yên Suryanî SOTORO hatin bombekirin. Li Amûdê gundên Zêdiyê û Mehermela hatin bombekirin. Bi droneya bombebarkirî êrîş li nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Zirganê hate kirin, endamekî Hêzên Ewleksriy Hundirîn şehîd bû, 3 jî birîndar bûn. Gundê Zêdiyê yê Zirganê hate bombekirin, 2 kes birîndar bûn. Li Til Temirê êrîş li ser baregeha hevpar a Rûsya û QSD'ê hate kirin, di encamê de şervanekî QSD'ê şehîd bû, 3 şervan jî birîndar bûn. Li gundê El Hemra yê Til Temirê di êrîşê de 2 şervanên QSD'ê şehîd bûn, 3 şervan jî birîndar bûn. Êrîş li hêzên ewlekariya Kampa Holê hate kirin. Navenda bajarê Kobanê hate bombekirin. Li gundê Qirarêşke yê navçeya Sirînê ya Kobanê bombe li malekê hate barandin.
24'ê Kanûna 2022'an li gundê Mizgeftê yê li bakur û rojhilatê Tirbespiyê bombe li çîftlîkek mirîşkan hate barandin, ji şêniyên herêmê kesek şehîd bû 1 jê zarok 3 kes jî birîndar bûn.
2023: 52 ÊRÎŞ, 20 ŞEHÎD
3'ê Çileya 2023'an bombe li gundê Til Tewîl ê Til Temirê hate barandin, endamê Komîteya Navendî ya MLKP'ê Zekî Gurbuz û ji MLKP'ê Ozgur Namoglû şehîd bûn.
4'ê Çileya 2023'an bombe li gundê Til Tewîl ê Til Temirê hate barandin, 2 şervanên QSD'ê birîndar bûn.
6'ê Çileya 2023'an bombe li gundê Xalidiyê yê Eyn Îsayê hate barandin, zarokê 10 salî Elî Xelîfe birîndar bû.
11'ê Çileya 2023'an dli ser rêya m4 a navbera Qamişlo-Hesekê bombe li wesayitekê hate barandin.
18'ê Çileya 2023'an li gundê Maşûqê yê li rojhilatê Tirbespiyê êrîş li wesayitekê hate kirin, ji şêniyên herêmê 2 kes şehîd bûn.
19'ê Çileya 2023'an li Rimêlan êrîş hate kirin, di encamê de şervanekî QSD'ê Rojhat Hesekê şehîd bû.
5'ê Gulana 2023'an li gundê Qeyrewanê yê Til Hemîsê bombe li malekê hate barandin, 2 endamên QSD'ê yên parastina Kampa Holê dikirin, şehîd bûn.
11'ê Gulana 2023'an li ser rêya M4 a navneteweyî ya li nêzî gundê Hemdûn ê Kobanê êrîş li wesayitekê hatekirin, di encamê de şervanên QSD'ê Cûdî Egîd û Fûad Mihemed şehîd bûn. Li gundê Xafûriyê yê li başûrê Minbicê bombe li wesayitekê hate barandin, ji şêniyên herêmê Abdulvahap Hac Hemedî şehîd bû. Li derdora gundê Mecra Sûltan ê li bakurê Minbicê baregeheke hêzên hikumeta Şamê hate bombekirin, 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, gelek lekşer jî birîndar bûn.
10'ê Hezîrana 2023'an li navçeya Ehdasê ya Şehbayê bombe li wesayitekê hate barandin, 3 şervanên QSD'ê şehîd bûn, 2 şervan jî birîndar bûn.
14'ê Hezîrana 2023'an navçeyên Şêrawa û Şera yên Efrînê û gundên Şehbayê 7 caran hatin bombekirin, 7 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan, 4 leşker jî birîndar bûn. Li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê bombe li wesayitekê hate barandin, şervanê QSD'ê Ciwan Oso û ji şêniyên herêmê 2 kes şehîd bûn.
20'ê Hezîrana 2023'an li nêzî gundê Til Şeîrê yê Tirbespiyê bombe li wesayitekê hate barandin. Di encamê de Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, alîkara wê Leyman Şiwêş û ji civaka Suryan Gabî Şemûn şehîd bûn, Hevserokê Kantona Qamişloyê Gabî Şemon jî birîndar bû.