Cenazayê şervanê HRE'yê Canşêr Şêrewa li Şehbayê hat veşartin

Cenazayê şervanê HRE'yê Canşêr Şêrewa ê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû, li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrez a Şehbayê hat veşartin.

Cenazayê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Ehmed Îbo (Canşêr Şêrewa) ê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû, li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrez a Şehbayê hat veşartin.

Li goristanê, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Sureya Hebeş axivî û sersaxî ji malbata şehîd û şêniyên Efrînê re xwest. Sureya wiha got: "Tevahî gelê Bakur û Rojhilata Sûriyeyê li hevdu xwedî derdikevin.Em jî li ser şopa şehîdên xwe bimeşin."

Sureya bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Ew tecrîda li ser Rêber Apo danîne, ka mafê mirovan bi taybet jî CPT bila agahiyekê ji Rêber me bînin. Em Rêber Apo bi tenê nahêlin, em li ser felsefeya wî mezin bûne. Ew mamosteyê me ye. Dewleta Tirk a dagirker tecrîd jî girantir dike da ku çareseriyê ji aloziyên li cîhanê re, neyê dîtin."

Piştre li ser navê Rêveberiya Xweser cîgirê Desteya Perwerdeyê ya herêma Efrîn û Şehbayê Fadil Çawîş sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: "Di şexsê Canşêr de em tevahî şehîdên xwe bi bîrtînin. Şehîdên me ku bi pênûseke ji xwînê, di nava rûpelên dîrokê de navên xwe nivisîn."

Çawîş di dawiyê de wiha got: "Ev felsefeya ku em li ser wê dimeşin, ji bo mirovahiyê hatiye pêşkeşkirin. Bingeha vê felsefeyê grava Îmraliyê ye. Li Îmraliyê tecrîda giran tê meşandin, bi vê yekê şerê taybet li dijî gel didin meşadin. Em ê jî li ser şopa şehîdên xwe bimeşin."

Li ser navê HRE`yê Karasoy Efrîn jî axivî û got: "Em soz didin gel û şehîdên xwe ku em li ser riya şehîdên xwe bimeşin û em tevahî herêmên dagirkirî rizgar bikin. Em dizanin ku em di riya azadiyê de dibin aşiqê welatê xwe. Em wê soza xwe li hember gelê xwe nû bikin ku Efrîn wê rizgar bibe."

Di dawiyê de wesîqeyê şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşm û tîlîliyên dayikan hat veşartin.