Cenazeyên şehîd Mazlûm, Şiyar û Hesen li Şehbayê hate veşartin

Xelkê Efrîn û Şehbayê bi merasîmeke girseyî cenazeyên Mazlûm Şêrewa, Hesen Neso û Şiyar Şehba ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne veşartin.

Xelkê Efrîn û Şehbayê bi hemû pêkhateyên herêmê ve bi awayekî girseyî cenazeyên şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Şiyar Şehba (Welîd Gulê), şervanê QSD′ê Mezlûm Şêrawa (Nebo Gule Xêrî) û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hesen Neso yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, veşartin.

Girse li ber nexweşxaneya Avrînê bi karwanên şehîdên xwe re bi rê ketin û berê xwe dan navçeya Ehrezê. Li pêşiya şerdariya navçeya Ehrezê gel şehîdên xwe dan ser milan û ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ve meşiyan. Her wiha girseyê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da.

Li goristanê piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê Meclîsa Malbata Şehîdan Xedîce Îbo û li ser navê Meclîsa Kantona Efrînê Mistafa Hesen axivîn.

Di axaftinan de şehîd hatin bi bîr anîn û sersaxî ji malbata her sê şehîdan re xwestin û gotin: “Ev meheke girîng e ku dewleta Tirk di vê mehê dixwaze êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bike. Her wiha çalakiya ku ji aliyê Şehîd Erdal û Şehîd Rojhat ve li Enqereyê hat kirin, ji bo Tirkiyeyê peyamek bû. Em ê jî li hember wê têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin da ku serkeftinên mezin bi dest bixin.”

Piştî axaftinan nasnameyên her sê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan bi dirûşmeyan hatin veşartin.