Li Kobanê li dijî komploya navneteweyî meş hat lidarxistin

Li Kobanê li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî hat lidarxistin.

Ciwanên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ji çatrêya navçeya Sirînê ber bi navenda navçeyê ve meşek li dar xist. Meş bi dirûşma “Bi ruhê azadî û fedakariyê em ê bi ser bikevin û dîwarên Îmraliyê hilweşînin′ hate lidarxistin. Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û dirûşmên “Hilweşe komploger”, “Bimire xiyanet” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Meş li pêş avahiya Şaredariya Gel a navçeyê vegerî mîtîngê. Li wir li ser navê xelkê Sirînê endama rêvebera Ciwanên Meclîsa Malbatên Şehîdan Emel Behaedîn daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk a dagirker bi komploya navneteweyî negihîşt armancên xwe ji lew re êrîşên xwe yên hovane li dijî tevahî xelkê Kurdistanê zêde dike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe komplo û hêzên tarî têk bir, pergala tecrîdê û îşkenceyê felc kir.

Xelkê Sirînê di daxuyaniya xwe de got hêzên beşdarî komployê bûne ji bo nehêlin gel bigihînin azadiya xwe dê tevahî cureyên êrîş û şêweyên şerê taybet pêk bînin û hewl bidin aloziyan di nava pêkhateyan de û fitneyan derxin.

Di dawiyê de şêniyan got ew ê ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin.