Sûcên dewleta Tirk ên di nav saetekê de
Dewleta Tirk a dagirker di nava saetekê de bêyî hedef êrîşî hemû derên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Dewleta Tirk a dagirker di nava saetekê de bêyî hedef êrîşî hemû derên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
*Stasyona avê ya Xana Serê ya bajarê Dêrîkê ya Kantona Qamişloyê hat bombekirin.
*Balafirên şer derdora saet 22:00’an Nexweşxaneya Covîd, Daristana Kobanê, taxa Kaniya Kurdan û kargeha betonê bombebaran kirin.
*Gundê Mîrka Mîra yê navçeya Dêrîkê bi balafirên bêmirov a biçek (SÎHA) hat bombekirin.
*Bi SÎHA’yê bombe li gundê Gir Zîro yê girêdayî navçeya Dêrîkê barandin.
*Bi SÎHA’yê bombe li embarên genim ên li rojhilatê Amûdê barandin.
*Navenda bajêr a Eyn Îsayê, Hoşan, Xalîdiyê, Mîşêrfê û rêya M4 bi çekên giran hat bombekirin.
*Du nuqteyên hêzên hikûmeta Şamê ya li gundikê Ehmed Munîr a gundê Zor Mîxar a rojavayê Kobanê hat bombekirin.
*Gundê Til Cehan ê bakurê rojavayê Tirbespiyê hat bombekirin.
*Gundên Rebîat û Til El Werd ên başûrê navçeya Zirganê bi çekên giran hat bombekirin.
*Gundên Gozeliyê, Til El Leben û Um El Xêr ên li bakurê rojavayê navçeya Til temirê bi çekên giran hatin bombekirin.
*Gundên Meranezê, Malikiyê, Şêwarqa, Tat Maraş û Kefer Entun ên navçeya Şerayê bi dijwarî hatin bombekirin.
*Gundên Bênê, Soxanekê, Aqîbê, Meyasê, Kilotê û Dêrcimêlê yên navçeya Şêrewayê bi dijwarî hatin bombekirin.
*Derdora navçeya Til Rifatê, balafirgeha Miniq, gundên Beluniyê, Eyn Deqnê hatin bombekirin.
*Dewleta Tirk a dagirker û artêşa wê ya ji çeteyên DAÎŞ’ê pêk tê, gundên bakur û bakurê rojavayê Minbicê yên ser Cerablusê bombebaran dikin.