Dewleta Tirk 5’ê Cotmehê roja Pêncşemê êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kir. Bajar, bajarok û gund bûn hedefa êrîşan. Di êrîşan de 3 îstasyonên elektrîkê, 4 tesîsên petrolê û 2 îstasyonên av û benzînê hatin bombebarankirin.
Di van êrîşan de, 6 sivîl û 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn. 12 kes jî birîndar bûn ku 2 ji wan endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn.
Piştî ku dewleta Tirk bi eşkere ragihand wê bi hedefgirtina binesaziyên sivîlan sûcê şer bike, êrîş pêk hatin.
Di êrîşan de Kantona Hesekê, Kantona Qamişloyê, Kobanê, herêma Efrîn-Şehba û Minbic hatin hedefgirtin. Bi giştî zêdeyî 40 herêm hatin bombebarankirin.
Mîna îstasyona avê Himê ya li Hesekê, hinek binesaziyên sivîlan gelek caran hatin bombekirin. Li gundê Mişêrfê Himê yê li heman herêmê, di fabrîkayekê de 3 karker birîndar bûn.
Li Kantona Qamişloyê bendav, îstasyonên elektrîk û petrolê hatin bombebarankirin. Li ser xeta Efrîn-Şehbayê û Herêma Firatê gelek gund hatin bombebarankirin û windahiyên can çêbûn. Her wiha li hemû herêman zirarên madî yên giran çêbûn.
Di êrîşa hewayî ya li ser gundê Til Hebeş ê 3 km dikeve başûrê navçeya Amûdê ya Kantona Qamişloyê de, 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.