QSD’ê bersiv da êrîşên dewleta Tirk: 5 leşker hatin kuştin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşên dewleta Tirk dane û di encama êrîşê de 5 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker 2 çalakî li dar xistine.

Daxuyaniya QSD'ê wiha ye:

′′Hêzên me, di çarçoveya mafên parastina rewa yên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, 2 çalakiyên leşkerî yên bi bandor li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker li dar xistin. Hêzên me duh (Pêncşemê) 2 çalakiyên bi bandor li dijî baregehên Bab El Ferec û Ebdulhey yên li herêmên dagirkirî yên li bakurê bajarokê Til Temirê li dar xistin. Di encamê de 5 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn."