Nexweşxane, stasyonên avê, santralên ceyranê hatin bombekirin

Êrîşên dewleta dagirker a Tirk ên li ser binesaziyên sivîl îro jî berdewam kirin. Santralên elektrîkê, nexweşxane û gund hatin bombebarankirin. Di sê rojên dawî de zêdetirî 60 êrîş li ser binesaziya sivîlan pêk hatin.

Balafirên şer ên artêşa Tirk 5 caran stasyona Siwêdikê ya ku ceyran dide herêma Cizîrê bombebaran kir.

Di encama bomberdûmanê de li stasyonê şewat derket, ji ber êrîşan ekîbên îtfaiyeyê nekarî mudaxeleyî şewatê bikin.

NEXWEŞXANE BOMBEBARAN KIRIN

Şevêdin Nexweşxaneya Kovîd-19 a gundê Girê Fera yê Dêrikê hat bombekirin û hatiye asta ku neyê bikaranîn. Nexweşxane li bejahiya Dêrikê xizmeta gelek welatiyan kir.

Danê sibehê dewleta dagirker a Trik û çeteyên wê gundên Ziyaret û Dêr Cemal ên navçeya Şêrawa hatin bombekirin.

Dagirkeran her wiha bi çekên giran gundên Tawîle û Guzeliyê yên Til Temir û El Şêx Elî yên Hesekê bi dijwarî topbaran kirin.

Çiyayê Kizwanê jî bi şev ji aliyê balafirên şer ve hat bombekirin.

ZÊDETIRÎ 40 HERÊM HATIN BOMBEKIRIN

Dewleta Tirk bi taybet roja Pêncşemê 5’ê Cotmehê êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Bajar, bajarok û gund rasterast bûn hedefa êrîşan. Di êrîşan de 3 stasyonên ceyranê, 4 tesîsên petrolê, 2 stasyonên av û ceyranê hatin bombekirin. Di êrîşên ku cihên sivîlan hedef girtin de 6 sivîl û 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn, 2 jê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî 12 kes birîndar bûn.

2 MILYON MIROV JI XIZMETÊN BINGEHÎN BÊPAR MAN

Di sê rojên dawî de li Herêma Cizîrê zêdetirî 60 êrîş li dijî saziyên xizmetguzariyê û navendên enerjiyê hatin kirin.

Balafirên Tirk santralên gaza xwezayî, stasyonên avê û bîrên petrolê yên li Hesekê, Dirbêsiyê, Amûdê, Til Temir, Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa, Rimêlan û Dêrikê kirin hedef. Li herêma Cizîrê nêzî 2 milyon kes ji av, ceyran û gaza xwezayî bêpar mane.

DÎMENÊ PARÇEYÊN SÎHA’YA HATIYE XISTIN 

Li aliyê din parçeyên balafira bêmirov a ku di 5’ê Cotmehê de li Hesekê hate xistin hatin nîşandan.

Dewleta Tirk qebûl nekir ku balafira keşfê ya êrîşkar hat xistin. Lê Wezareta Parastinê ya DYE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan di çarçoveya “parastina rewa” de balafira keşfê ya tehdîdkar xistine xwarê. Di wêne û dîmenên ku ANHA'yê weşand de gelek beşên SÎHA'yê tên dîtin.