Gelê Rojava li dijî dagirkeriyê meşiya: Yekane rê berxwedan e

Bi hezaran şêniyên Til Koçer, Dirbêsiyê û Girkê Legê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan û gotin: “Yekane rê berxwedan e.”

Bi hezaran şêniyên Til Koçer, Dirbêsiyê û Girkê Legê yên Kantona Qamişlo ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşên girseyî li dar xistin.

TIL KOÇER

Li Til Koçerê bi tevlêbûna şêniyên navçeyê, bajarokên wê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, saziyên sivîl û xizmetguzariyê meş hat lidarxistin. Meş li ber parka Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir. Di meşe de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Êrîşên Tirkiyeyê rawestînin", "Na ji siyasetên qirkirin, çewisandin û talankirinê yên li dijî gelê me re", "Na ji êrîşên Tirkiyeyê  re", "Nebin şirîkên qetilkirina me û dagirkirina xaka me" û "Bêdengiya we me dikuje" hatin vekirin.

Meş li sûka navendî rawestiya. Li vir endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Til Koçer Xorşîd Koçer axivî. Xorşîd Koçer êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got, êrîşî îradeya gelên ku xwe spartin fikr û feslefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan naşkîne.

Endamê Meclîsa navçeya Til Koçerê Mehmûd Salih êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bang li şêniyan kir ku li derdora QSD′ê kom bibin. Salih, bang li hêzên navneteweyî kir ku helwesta xwe li hemberî êrîşan dewleta Tirk zelal bikin.

Çalakî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bimre dewleta Tirk a faşîst" bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Bi dehan şêniyên navçeya Dirbêsiyê û bajarokên wê ji qada Jinê ber bi çerxerêya Gardînya ya navenda navçeyê ve meşiyan. Li vir, endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Kotî axivî û Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Kotî destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrîşan valakirina herêmê ji şêniyan e û anî ziman ku ew ê li dijî êrîşan têkoşînê xurt bikin û rêya şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişopînin.

GIRKÊ LEGÊ

Endamên saziyên sivîl û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan jî di nav de, şêniyên navçeya Girkê Legê ji qada Şehîd Xebat dest bi meşê kir û ber bi sûka navendî ve bi rê ket. Di meşê de dirûşmên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker hatin berzkirin.

Li sûka navendî, endamê Meclîsa navçeyê Feremez Mihemed êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û got êrîş berdewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Mihemed bang li şêniyên herêmê kir ku bi yekrêziyekê têkoşîn û berxwedanê ji bo parastina destkeftiyan bidomînin.

Piştre, endamê PYD'ê Fener Silêman daxuyaniyek bi navê partiyê xwend. Fener Silêman got, dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşan dixwaze gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qir bike da ku projeya xwe ya guhertina demografiyaya herêmê pêk bîne.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana gelan û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker bi dawî bûn.