Berdevka YPJ’ê: Teqez wê bersiva êrîşên terorê were dayîn

Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Ruksen Mihemed ji êrîşên dewleta Tirk re got, “êrîşên terorê” û destnîşan kir ku li ser bingehê parstina rewa, teqez wê bersiva êrîşan were dayîn.

Artêşa Tirk a dagirker bi taybetî ji 5’ê Cotmehê û vir ve êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine û êrîşî binesazî û cih û warên sivîlan dike. Di van êrîşan de 15 kes şehîd bûn ku 8 ji wan sivîl bûn.

Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Ruksen Mihemed têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF’ê re axivî.

‘TÊ XWESTIN KU QIRKIRINA KURDAN WERE TEMAMKIRIN’

Ruksen Mihemed anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê, bi rengekî eşkere binpêkirina qanûna navneteweyî ye û ev tişt got: “Êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji roja Pêncşemê ve didomin. Zêdeyî 30 tevgerên balafirên keşfê û şer hene. Şûnwarên sivîlan dibin hedef, li binesaziya herêmê, çavkaniyên enerjiyê, santralên elektrîkê, îstasyonên av û neftê û nexweşxaneyan hatin xistin. Navendên xizmetê ji gel re dikin û sazî û rêxistinên ku gel rasterast tê de ye hatin bombekirin. Ev êrîş sûcên şer ên li dijî mirovahiyê ne. Êrîşên dewleta Tirk niha şerekî li dijî qanûnên navneteweyî ye, qanûn tên binpêkirin. Binpêkirina sînorên welatekî, pêkanîna êrîşên terorîstî, hedefgirtina sivîlan û binesaziya wî welatî sûcên şer in. Êrîşên hovane li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên. Êrîşa dewleta Tirk a bi hinceta çalakiya Enqereyê, hinceteke ne rast e. Êrîşên dewleta Tirk êrîşên terorî ne. Dîroka dewleta Tirk dîrokek li ser komkujî û qirkirinê hatiye avakirin. Ew berdewamiya dîroka Osmaniyan a bi xwîn e. Komkujiyên li dijî Geliyê Zîlan, gelên Ermenî, Çerkez û Ereb îro jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên dubarekirin. Ev êrîşên li ser têgîneke berfireh pêk tên, êrîşên qirkirinê ne. Êrîşên tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ya li dijî gelê Kurd ti carî nesekinî. Ji ber ku armanca wan a sereke temamkirina qirkirina Kurdan û tunekirina gelê Kurd e. Her wiha êrîşeke komkujî û qirkirinê ya li dijî gelên li herêmê dijîn e. Dewleta Tirk ên ji xeynî êrîşên xwe yên li dijî gel, ji bo krîza siyasî, aborî û civakî ya li Tirkiyeyê veşêre, êrîşên li hemberî derve jî pêk tîne.”

‘DEWLETA TIRK BÊ ÇARE Û BÊ HÊZ E’

Ruksen Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi van êrîşan dîktatoriya xwe bide domandin û wiha pêde çû:

“Dixwaze peyamê bide gelê Tirkiyeyê ku ew li ser piyan e, bi hêz û xwedî îrade ye. Lê rewşa dewleta Tirk bêçaretî û lewaziya wê nîşan dide. Bi vî rengî hewl dide gelê Tirk bixapîne. Bi van êrîşan ne tenê binesazî û çavkaniyên enerjiyê hedef tên girtin, êrîş li ser pêkhateya civakî tê kirin, modela demokratîk jiyana hevpar a gelan, vîna wan a hevpar, xwişk û biratiya gelan û Rêveberiya Xweser dike hedef. Ji ber ku di ferhenga dewleta Tirk de li şûna feraseta demokrasiyê şer, komkujî û qirkirin heye. Ji ber vê yekê êrîşî gelên alîgirê demokrasî, wekhevî, edalet, aştî û xwişk û biratiyê dike.”

‘HÊZÊN NAVNETEWEYÎ JI SÛCÊ ŞER DIBIN HEVKAR’

Ruksen Mihemed bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrîşên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û axaftina xwe wiha domand:

“Êrîşên ku sûcên şer ên dewleta Tirk in, li ber çavên cîhanê pêk tên. Lê belê Neteweyên Yekbûyî, sazî û rêxistinên mafên mirovan diparêzin û hêzên navneteweyî bêdeng in û çavên xwe ji van êrîşan re digirin. Çavê xwe girtin, bêdeng mayîn, helwest negirtin tê wateya hevkariya sûcên şer. Divê hêzên navneteweyî aliyê xwe diyar bikin û li hemberî van êrîşan helwesta xwe nîşan bidin. Hêzên Koalîsyonê û Rûsyayê jî li herêmê ne. Her çiqas bi çavên xwe sûcên şer dîtin û dîtin jî di helwesta xwe de pir dudil man. Wisa xuya dike ku qada hewayî ya dewleta Tirk hatiye vekirin û êrîşên li ser sivîlan hatine qebûlkirin. Vekirina qada hewayî ji dewleta Tirk re û çavên xwe ji êrîşan re girtin, tê wateya hevkariya êrîşan. Divê koalîsyon û hêzên Rûsyayê helwesteke tund nîşan bidin. Ji ber ku gelê herêmê bi salan e li dijî terora DAÎŞ’ê şer dike. Di têkoşîna li dijî terora DAÎŞ’ê de bi sed hezaran zarokên xwe şehîd dan. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû mirovahiyê şer hate kirin û hemû mirovahî hate parastin. Nirxên exlaqî yên mirovahiyê hatin parastin. Hemû hêz dibêjin ku em qanûnên mafên mirovan diparêzin, lê ev qanûn li herêmê hatin parastin û gelê herêmê mafê mirovan parast. Ji ber vê yekê divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên parastin.”

‘WÊ BI ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ RE BERXWEDAN GEŞ BIBE’

​Ruksen Mihemed destnîşan kir ku weke Yekîneyên Parastina Jin ew ê wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bînin û wê bi şerê gel ê şoreşgerî li cem gel mil bi mil bersiva êrîşan bidin. Ruksen Mihemed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ewlehiya gelê me û aramiya herêma me, wezîfe û berpirsyariya me ya esas e. Em ê li dijî van êrîşan bêyî helwest nemînin. Wê li dijî vê komkujiya ku tê xwestin li hemberî gelê me were pêkanîn, helwesteke me ya tund hebe û wê berxwedan geş bibe. Berxwedana ku bi Jin Jiyan Azadî, jiyana azad, wekhevî û demokrasiyê hatî hûnandin, dê dewam bike. Hêz, îrade, parastina me ya cewherî û îdîaya me encama felsefeya me ya jiyanê ye. Ti hêz û êrîş nikare bibe sedem ku em gav ber bi paş ve bavêjin. Nikare îrade û hêza me bişkîne. Ji ber ku çavkaniya hêza me, berxwedan û îradeya gel e. Em ê xwedî li mîrateya hevrêyên xwe yên şehîd derkevin û qet xwîna wan li erdê nahêlin. Ev îrade, biryardarî, têkoşîna me ya jiyanê dê dijmin poşman bike. Ne girîng e êrîş çiqas tund bin, teqez wê bersiva van êrîşan were dayîn.

‘BERXWEDANA GEL DIVÊ BELAVÎ HEMÛ QADAN BIBE’

Gelê me di roja destpêkê ya êrîşan de daketin qadan û carek din îspat kirin ku ew xwediyê vê dozê, xak û mîrateya şehîdan e. Divê berxwedan û têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, belavî her qadê bibe. Jin û ciwan divê xwedî li Şoreşa Jin û Gelan derkevin. Hêzên demokratîk û dostên gelan divê hîn aktîftir bibin û hîn xurttir xwedî li şoreşê derkevin. Divê em bi hev re xwedî li Şoreşa Rojava derkevin.”