Xelkê Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Bagok re xwest

Xelkê Kobanê berê xwe dan konê sersaxiyê ya şehîd Bagok Kobanê (Bangîn Qere Elî) û sersaxî ji malbatê re xwest.

Îro hemû saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser û welatî bi awayekî girseyî berê xwe dan kon û sersaxî ji malbata Şehîd Bagok Kobanê (Bangîn Qere Elî) re xwestin.

Li konê sersaxiyê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bekir Hec Îsa axivî û ev tişt got: “Dîsa gelê me rastî komkujî û qirkirinê tê. Em xwedî rêveberiyeke wisane ku ji tunebûnê dikare hebûnê biafirîne. Ev jî bi saya keda Rêberê û şehîdan e. Vaye dewleta Tirk êdî hiqûqên cîhanî jî binpê dike û hemû cihên xizmeta gel dike, hedef digre. Hêzên garantor yên li vir xwe lal û kor kirine."

Piştre jî birayê Şehîd Bagok, Ciwan Qere Elî axivî û ev tişt anî ziman: “Bagok ji dewleta Tirk re bû tirsek û şûjinek di qirika wî de. Rast e Bagok çû û şûjinek çû, lê em soz didin ku em ê hemû bibin şûjin. Em soz didin ku em ê heta dawiyê xwedî li xeta şehîdên xwe derkevin."

Piştre girse bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin”, derbasî konê sersaxiyê bû.