Şêniyên Herêma Firatê li dijî êrîşan daketin qadan
Bi hezaran şêniyên Herêma Firatê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daketin qadan û êrîş protesto kirin.
Bi hezaran şêniyên Herêma Firatê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daketin qadan û êrîş protesto kirin.
Bi hezaran şêniyên Herêma Firatê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan. Girseya gel li qada Jina Azad hatin ba hev û dest bi meşê kirin. Di meşe de dirûşmeyên “Qatîl Erdogan”, “Faşîst Erdogan” û “Soza me tolhildane” berz kirin.
Meş heta qada Şehîd Egîd berdewam kir. Li vir ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî. Şahîn anî ziman ku armanca dewleta Tirk a dagirker tunekirina gelê herêmê ye û got: “Êrîşên dagirkeriyê berdewam dike. Bi hincetên cuda dixwazin qirkirinê pêk bînin. Dewleta Tirk a dagirker li ser qirkirin û tunekirina gelê Kurd hatiye avakirin. Ji destpêka Şoreşa Rojava heta bi niha êrîşî xaka me dikin. Bi hinceta çalakiya Enqerê êrîşên xwe yên li ser xaka me zêde kirin. Em ê li dijî hemû êrîşan li ber xwe bidin û serkeftin wê ya me be.”
Meş bi dirûşmeya “Qatîl Erdogan” bi dawî bû.