Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Dewleta Tirk sivîlan qetil dike

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di 15 êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de 2 sivîl û 6 endamên hêzên wan şehîd bûne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekriya Hundirîna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û encamên wê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

′′Dewleta Tirk a dagirker ji vê sibehê ve (5′ê Cotmehê) ve zêdetirî 15 êrişên heweyî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn. Careke din gelek nuqte, binsaziya herêmê, navendên xizmetguzariyê, stasyonên petrolê û qadên sivîlan kirin hedef, di encamê de şehîd û birîndar çêbûn.

Em êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û zirarên ku bûne ji raya giştî re radighînin:

-Li derdora kampa Waşûkanî ya koçberên Serêkaniyê ya li gundewarê Hesekê 2 êrişên hewayî hatin krin.

-Kargehek li gundê Mişêrfê Himê yê dikeve bakurê rojavayê Hesekê kir hedef û di encamê de 3 sivîl birîndar bûn.

-Derdora bendava Çilaxa ya bakurê navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê hat hedefkirin.

- Li gundê Xirab Îşkê yê başûrê rojhilatê kantona Kobanê li ser rêya M4 motorsîklêtek hat hedefkirin û di encamê de 2 sivîl şehîd bûn.

- Li hin gundên Kobanê, Til Temir û Hesekê qadên tijî şênî hatin hedefkirin.

-Cihekî petrokê li nêzî gundê Gir Dahok ê başûrê rojavayê navçeya Tirbespiyê hat hedefkirin.

Stasyona petrolê ya li gundê Al Qews ê li gundewarê navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê hat hedefkirin.

-Derdora stasyona avê ya li gundê Rikuba yê başûrê navçeya Til Temirê cih kir hedef û di encamê de ziyanên madî çêbûn.

-Li gundê Til Hebeşê yê dikeve başûrê navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê kir hedef û di encamê de 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn.

Em bang li tevahî pêkhateyên gelê xwe dikin ku wekî pêvajoyên berê yek bin û hevgirtî bin, di vebijêrka parastina herêmên xwe de bi îsrar bin. Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî êrişên Tirkiyeyê dengê xwe bilind bikin ku destkeftiyên gelê me, jiyana azad û bi rûmet, aştiya navxweyî û istiqrara herêmên me dike armanc."