Di êrîşa li ser Akademiya Leşkerî ya Humusê de hejmara miriyan 110 derbas kir

Hejmara miriyên êrîşa balafirên bêmirov ên li ser Akademiya Leşkerî ya Humusê li navenda Sûriyê 110 kes derbas kir.

Di 5’ê Cotmehê de di dema merasîma mezûniyetê ya li Akademiya Leşkerî ya Humusê de êrîşek bi balafirên bêmirov hate kirin. Li gorî Riwangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan, di wê êrîşê de 112 kes ku 21 ji wan sivîl in hatine kuştin û herî kêm 120 kes jî birîndar bûne.

Wezîrê Tenduristiyê yê Sûriyê Hasan El Gobaş di daxuyaniya xwe ya ewil de diyar kir ku 80 kes mirine û derdora 240 kes jî birîndar bûne.

Kesî berpirsyariya êrîşê negirt ser xwe. Piştî êrîşa balafirên keşfê, hêzên dewletê herêmên Idlibê yên di bin dagirkeriya komên çete yên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên destekkirin, bombebaran kirin. Li gorî riwangehê di encama bombebaranê de 8 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres diyar kir ku, piştî êrîşa li Humusê ew "gelek bi fikar in." Berdevkê Guterres Stephane Dujarric, diyar kir ku ew ji agahiyên der barê bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, bi fikar in.