QSD’ê nasnameyên 2 şehîdan eşkere kir
QSD’ê nasnameyên Bagok Kobanê û Mazlûm Şêrawa eşkere kir.
QSD’ê nasnameyên Bagok Kobanê û Mazlûm Şêrawa eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) duh daxuyaniyeke nivîskî da û nasnameya şehîd Bagok Kobanê û Mazlûm Şêrawa eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şehîd Bagok Kobanê û Mazlûm Şêrawa di teqînekê li bajarê Hesekê de şehîd bûne.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye: “Ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve (2012), ciwanên gelê me cihê xwe di nava şoreşê de girtin, tevlî avakirina saziyên xizmetguzariyê û sivîl bûn û mil bi mil li rex hêzên leşkerî, parastina herêmên xwe kirin. Têkoşîn û berxwedaneke dîrokî meşandin, bi taybet di bersivdayîna êrîşên DAÎŞ`ê û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de.
Hêzên me di pêngav û operasyonên xwe yên leşkerî de xwe spartin fedayîbûna hêzên xwe di parastina gel û xelkê herêmê de. Berxwedanên destanî yên bêhempa nîşan dan û bi lehengî û qehremanî şer kirin û navên xwe di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn nivîsandin.
Îro em şehadeta 2 şervanên xwe yên leheng; Bagok Kobanê û Mazlûm Şêrawa radigihînin. Her du şervan di teqîna li Hesekê de şehîd bûn.
Şehîd Bagok di nava malbateke welatparêz a xwedî dîrokeke dirêj a têkoşînê de hatiye dinê. Li ser nirxên nîştimanî û şopandina rêya şehîdan mezin bûye. Tevlî hêzên me bû û di tunekirina şaneyên DAÎŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de roleke mezin lîst. Şervanekî dilêr bû ku ji zehmetiyan neditirsî, bê teredud şer dikir. Roleke mezin di pêngavên leşkerî de lîst û li Minbic, Reqa û Tebqayê li hember terorîstên DAÎŞ’ê û şaneyên wê şer kir.
Rêhevalê me Mazlûm Şêrawa jî, di hemêza malbateke welatparêz li gundewarê Efrînê ji dayîk bûye. Li ser nirxên nîştimanî û şoreşgerî mezin bûye ku bandor li kesayeta wî kir. Dema pê hesiya ku xeterî li ser herêmê heye, tev li nava refên hêzên me bû. Di piraniya şerên parastina Efrînê de cih girtiye. Ji êrîşên çeteyên DAÎŞ`ê li dijî Şêrawayê havîna 2013`an bigire heta bigihêje Berxwedana Serdemê sala 2018`an dema dewleta Tirk û çeteyên wê êrîş Efrîn û gundên wê kir. Heta kêliya dawî li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe da. Roleke çalak di tunekirina şaneyên DAÎŞ`ê de lîst. Di berxwedana li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker de roleke pêşeng lîst.
Hevalên me li ser xeta şoreşê meşiyan û heta nefesa xwe ya dawîn ji bo serxistina şoreşê li ber xwe dan. Xwedî ruhê hevaltiyê û mînaka şervanên ku hezkirinê di dilê her kesî de diçînin bûn.
Em sersaxî ji xwe û ji malbatên şehîdan re dixwazin. Di heman demê em de soz didin gelê xwe ku rêya wan dewam bikin ta ku hêviyên şehîdan pêk bînin û serkeftinê bi dest bixin.”
NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN
Nasnav: Bagok Kobanê
Nav û paşnav: Bangîn Qere Elî
Navê dayîkê: Şîrîn
Navê bav: Omer
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Kobanê sala 1993`yan.
Cihê şehadetê: Hesekê
***
Nasnav: Mazlûm Şêrawa
Nav û paşnav: Nebî Gulê Xeyrî
Navê dayîkê: Beyaz
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Efrîn-Şêrawa sala 1995
Cihê şehadetê: Hesekê