Li Rojava cihên sivîlan di bin bomberdûmaneke dijwar de ne
Binesaziyên sivîl ên Rojava ji serê sibehê ve di bin bomberdûmana dijwar a dewleta Tirk de ne. Êrîş her ku diçe li qadeke berfireh belav dibin. Windahî û birîndar hene.
Binesaziyên sivîl ên Rojava ji serê sibehê ve di bin bomberdûmana dijwar a dewleta Tirk de ne. Êrîş her ku diçe li qadeke berfireh belav dibin. Windahî û birîndar hene.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di destpêka meha Cotmehê ketin qonaxeke din. Dewleta Tirk a dagirker ku bi salan e bi awayekê sîstematîk sivîl û binesaziyên sivîlan bombe dike, gelek herêm dagir kirine, rejîmeke terorê ya tam ava kiriye, vê carê bi eşkerehî Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan ji tevahiya cîhanê re ragihand ku ew ê “binesaziya sivîl” bike hedef û li kirina sûcên şer dewam bike.
Vê Pêncşemê bi taybetî li herêma Cizîrê êrîşên dijwar rû didin. Ji danê sibehê ve ye zêdeyê 10 herêm hatin bombekirine. Cihên ku hatine armanckirin bendav, benzînxane, stasyonên avê, kampên koçberan, gund û wesayîtên sivîlan in.
LI HESEKÊ 4 SIVÎL BIRÎNDAR BÛN
Li Hesekê danê sibehê bomberdûmaneke dijwar pêk hatiye. Balafirên şer gundê Mişerfê Hîme ya li ser rêya Hesekê-Til Temir a bakurê Hesekê bombebaran kir.
Di bomberdûmanê de 4 gundî birîndar bûn ku rewşa 2 ji wan giran e. Birîndar ev in: Elî Hemo Naso (70), Beşîr Îsa Hemîd (49), Ebdulezîz El Mihemed û Ednan Behro Ebdullah.
KAMPA WAŞUKANIYÊ HAT BOMBEKIRIN
Demeke kin piştî vê êrîşê, derdora Kampa Waşûkaniyê hate bombekirin.
Kampa Waşûkaniyê ji bo kesên ji ber dagirkirina Serêkaniyê bi darê zorê koçber bûne ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat avakirin. Berê jî gelek caran kamp hatiye bombekirin.
LI TIL TEMIRÊ BALAFIRÊ BÊ MIROV KET
Gundê Tewîle yê Til Temir a kantona Hesekê jî ji aliyê balafirên keşfê yên bêmirov ên dewleta Tirk (SÎHA) ve hate bombekirin.
Balafira Bêmirov a bi çek a bi navê Bayraktar a dewleta Tirk di navbera gundên Ruguba û Ebû Neqa yên navçeya Til Temirê de ket xarê. Agahiyên berfirehtir nehatin bidestxistin.
LI ŞERAYÊ DRONEKE KAMÎKAZE HAT XISTIN
Li nêzî gundê Şêwarxa yê navçeya Şera ya Efrînê droneke kamikaze ya dewleta Tirk a dagirker hate xistin û bêbandorkirin.
LI AMÛDÊ SIVÎL BÛN HEDEF
Dewleta Tirk beriya nîvro gundê Til Hebeş ê Amûdê jî kir armanc. Dema ku sivîl rasterast hatin bombebarankirin, li gorî agahiyên destpêkê windahiyên canî û birîndar hene, lê heta niha agahiyên berfireh nehatine bidestxistin.
STASYONÊN AVÊ HATIN HEDEF GIRTIN
Her wiha saet derdora 12.30’an de balafirên bêmirov gundê Rekbe yê Til Temir a li ser rêya Hesekê bombe kirin. Bi taybetî li gundê Rebeke stasyonên ava vexwarinê hebûn. Hat zanîn ku di êrîşê de zirara madî di stasyonê de çêbûye.
LI KOBANÊ GUNDEK SÊ CARAN HATE BOMBEKIRIN
Di heman demê de li başûrê Kobanê gundê Qesifê sê caran hate bombekirin.
Li nêzî gundê Xirab Eşkê yê Kobanê jî bombe li motorsîkletekê hate barandin.
BOMBE LI ÇAR STASYONÊN PETROLÊ HATE BARANDIN
Balafirên bêmirov ên bombebarkirî yên dewleta Tirk li gundê Girdaholê yê li Tirbespiyê jî bombe li strasyonekê barandin.
Di nava rojê de stasyona El Qaws a li bakurê Çilaxayê jî hate bombekirin.
Stasyona Petrolê ya Zarba ya li Tirbespiyê jî danê nîvro hate bombekirin.
Balafirên dewleta Tirk a dagirker stasyona ceyranê ya li taxa Meysenun, gundê Sêgirka yên girêdayî bajarê Qamişloyê bombebaran kirin.
Di encama êrîşê de li stasyona ceyranê şewat derket.
RÊVEBERIYA XWESER: DEWLETA TIRK SÛCÊ ŞER DIKE
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser êrîşan daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrîşa li ser avahiyên xizmetê helwesteke dijminane ye û dikeve kategoriay sûcên şer.
Rêveberiya Xweser bang li Koalîsyona Navneteweyî, saziyên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî, her wiha Rûsyayê kir ku li hemberî dewleta Tirk seknekê nîşan bidin.