Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Dewleta Tirk a faşîst bi hinceta ku çalakiya li Enqerê hate kirin, êrîşî binesaziya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Dewleta dagirker ji roja destpêka heya roja me ya îro bi avayekî domdar êrîşî şoreşa me dike. Tirsa wan ji şoreşa me her ku diçe zêdetir dibe. Ne tehemulkirina deskeftiyên ku gelê me bidest xistine zêde dibe. Ji ber wan sedeman çalakiya li Enqereyê, bi herêmên me ve girê dide û di heman demê de wezîrê şerê taybet Hakan Fîdan gefên êrîşan li qadên me xwarin. Piştî gefa Fîdan, êrîş zêde bûn.
Dewleta Tirk a qirker navendên ku xizmeta pêwîstiyên gel dibînin, kiriye navenda êrîşên xwe. Van êrîşên xwe bi avayekî vekirî li pêşiya cîhanê jî rewa dike. Êrîşên ku li ser herêmên me pêk tên, bi armanca xirabkirina îstîqrara herêmê têne kirin. Di van êrîşan de gelê me li pêşberî cîhanê tên armanckirin, ji ber wê jî em ê bi ti awayî van êrîşên li ser gelê xwe qebûl nekin û em ê bersiva van êrîşan jî bidin.
Cîhan li hemberî wan êrîşan ker û lal buye. Qada ezmanê di destê hêzên koalîsyonê de ye. Eger ku koalisyon rê nede wan êrîşan dewleta Tirk a faşîst nikare êrîş bike. Ji ber wê jî hêzên koalîsyonê ji van êrîşên dewleta tirk berpirsiyar in.
Em dibîjin ku bila hêzên navneteveyî li gor erkên xwe rabin, tişta ku dewleta Tirk dike sûc e. Dewleta Tirk sûcê dijmirovahiyê pêk tîne. Lewma em bang dikin ku her kes li gorî erkên xwe rabin.
Em weke Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wan êrîşan lenet dikin. Çi dibe, bila bibe em ê li hember wan êrîşan bêbersiv nemînin. Di heman demê de em bang li gelê xwe yê li çar aliyên Kurdistanê dikin ku li hember faşîsma Tirk rabin ser piyan, agirê Kawayê Hesinkar geş bikin.”