QSD’ê li baregehên artêşa dagirker xistin

QSD'ê di çarçoveya bersivdayîna êrişan de baregehên dewleta Tirk a dagirker ên li bakur û rojavayê Eyn Îsa û Serêkaniyê hedef girtin.

QSD’ê ragihand ku li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bakurê rojavayê Eyn Îsa û Serêkaniyê li baregehên dagirkeran xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD`ê ragihand ku di çarçoveya bersivdayînê de, hêzên wan çalakî li dijî baregehên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî bakur rojavayê bajarokê Eyn Îsayê û başûrê Serêkaniyê li dar xistine.

Di encamê de gelek leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin û birîndar bûne.

QSD’ê diyar kir ku wê agahiyên berfirethir piştre bên parvekirin.