Li Humusê bi dronean êrîş li akademiya leşkerî hat kirin
Hat ragihandin ku li Humusê ku bajarekê Sûriyeyê ye, bi dronean êrîş li akademiyeke leşkerî hatiye kirin û 7 serbazan jiyana xwe ji dest daye.
Hat ragihandin ku li Humusê ku bajarekê Sûriyeyê ye, bi dronean êrîş li akademiyeke leşkerî hatiye kirin û 7 serbazan jiyana xwe ji dest daye.
Li Gor Çavdêrîxaneya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, bi dronean êrîş li Akademiya Leşkerî ya Humusê hatiye kirin.
Hat ragihandin herî kêm 7 serbazan jiyana xwe ji dest daye û nêzîkê 20 kes jî birîndar in.
Kenala fermî ya televîzyonê ya hikûmeta Şamê jî da xuyakirin ku gava meresima tayînkirina serbazan, êrîşeke bi terorî bi dronean hatiye kirin û gelek kesan jiyana xwe ji dest daye.