Cenazeyê şervanê QSD'ê Omer El Matar hat veşartin
Bi hezaran kesên li navçeya Til Temir a gîrêdayî Kantona Hesekê û ji gundên derdora wê, tev li merasîma cenazeyê şervanê QSD'ê Agirî Til Temir (Omer El Matar) bûn.
Bi hezaran kesên li navçeya Til Temir a gîrêdayî Kantona Hesekê û ji gundên derdora wê, tev li merasîma cenazeyê şervanê QSD'ê Agirî Til Temir (Omer El Matar) bûn.
Merasîm li goristana navçeyê pêk hat. Pîştî rêzgirtinê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan ê Til Temirê Çinar Salih sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku Şehîd Agirî piştî 13 salên di nava refên tekoşînê de şehîd bû.
Çinar Salîhî diyar kir ku ew ê li ser şopa şehîdan bin.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Rohat Tirbespî jî anî ziman ku wê tekoşîna şehîdan a li dijî êrîşên li hember herêmê dewam bike.
Dayîka Şehîd Agirî Fatme Awadê anî ziman ku kurê wê li ser şopa her du birayên xwe yên şehîd meşiyaye. Û axaftina xwe wiha dewam kir: ‘’Kurê min Agirî, li ser şopa birayên xwe Salih û Ridwan meşiya. Em ji bo welatê xwe amadeyî fidakariyên mezintir in.’’
Şehadetnameya Agîrî ji malbata wî re hate teslîmkirin û cenazeyê şehîd hat veşartin.