Li dijî baregehên DYE’yê êrîş pêk hatin
Hat ragihandin ku li dijî du baregehên leşkerî yên DYE’yê yên li Sûriyeyê êrîşa bi balafirên bêmirov pêk hatine.
Hat ragihandin ku li dijî du baregehên leşkerî yên DYE’yê yên li Sûriyeyê êrîşa bi balafirên bêmirov pêk hatine.
Derengiya şeva borî balefirên bê mirov êrîş her du baregehên leşkerî yên Xirab Cîr û Rimêlan ên DYE’yê yên li Suriyeyê kirin. Li gorî agahiyan zererên madî gihiştin baregehan.
Li gorî agahiyan bi balefirek bêmirov êrîşî baregeha Xirab Cîr a DYE’yê ya li nêzîkî gundên Hesekê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye kirin. Di derbarê ziyanên vê êrişê de ti agahî nehatine parvekirin.
Li aliyê din Koma Meqawmey Îslamî ya li Iraqê daxuyaniyek belav kir ku şeva borî bi rêya 2 balefirên bê mirov baregeha Rimêlan ya hêzên DYE’yê ya li Suriyeyê kirine hedef û diyarkirin ku êrîş li hedefê ketiye.
Hêjayî gotinêye ku piştî şer û aloziyên navbera Hemas û Îsraîlê de, nêzî 20 roj in baregehên leşkerî yên DYE’yê yên li Rojhilata Navîn bi taybet li Iraq û Suriyeyê bi rêya mûşek û balafirên bêmirov ji aliyê Meqawmey girêdayî Îranê ve tên hedef girtin.
Pentagon di daxuyaniya xwe ya herî dawî de eşkere kiribû ku di giştî êrîşên li ser baregehên hêzên Emerîkayê de 56 leşkerên wan birîndarbûne. Ev yek jî metirsiya berfirehbûna şer li herêmê zêde dike.