Duh li bajarê Minbicê Meclîsa Navenda Ciwanên Şoreşger hat hedefgirtin û teqîn rû da. Di encama wê teqînê de birîndar û gelek ziyanê madî çêbûn. Îro jî bi sedan şêniyên Herêma Firatê li dijî vê êrîşê daketin qadan û ev êrîş şermezar kirin.
Meş ji qada Jina Azad destpê kir û heta qada Şehîd Egîd berdewam kir. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Ciwanan” û “Soza me tolhildan e” hatin berzkirin.
‘EM FEDAYIYÊN RÊBER APO NE’
Piştî deqeyek ji bo cangoriyên şoreşê rêz hate girtin, Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê Ehmed Derwêş axivî û ev tişt gotin, "Duh li Kobanê îro, jî li Minbicê. Dijmin ji ciwanên Rêber Apo ditirse. Îro dewleta faşîst bê navber êrîşî me dike. Lê em weke tevgera ciwanan dibêjin ‘bila dijmin sing bi sing were pêşberî me.’ Em fedaiyê Rêber Apo ne. Em ê bi ser bikevin. Em bêdeng namînin û em ê tola xwe hilînin. Çawa me DAÎŞ’ê têk bir, em ê Erdogan û hevalbendên wî jî têk bibin. Bila gelê me bizane ku ciwan wê tolê hilînin."
Meş bi berzkirina dirûşmeyên “Qatîl Erdogan” û “Bijî Berxwedana Ciwanan” bidawî bû.