Cenazeyê şehîd Eyad Ibadî El Hisên hat veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Eyad Ibadî El Hisên bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Şedadê hate veşartin.

Şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Eyad Ibadî El Hisên veşart ku 9’ê Mijdarê di encama kirîza dil de şehîd bûbû. 

Bi dehan şêniyên navçeyê, malbatên şehîdan, endamên saziyan û rêveberiyên sivîl tev li merasîmê bûn. Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Îman El Ferec axivî û fedakariyên şehîdan silav kir.

Endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Şedadê Nacî El Şeîr axivî û sersaxî da malbatên şehîdan û destnîşan kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn wê têkoşîna şehîdan berdewam bikin ji bo ku serkeftinê bi dest bixin û Sûriyeya demokratîk ava bikin.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zehra El Ebid wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Dawiyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zehra El Ebdullah wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir.