'Têkoşîna me wê heta azadiya Rêber Ocalan dewam bike'

Amîna Xidiro bal kişand ser pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ya navneteweyî û destnîşan kir ku ew ê heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe dewam bikin.

Berdevka Helebê ya Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Amîna Xidiro li ser pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ji ANF'ê re axivî, ku pêngav di asta navneteweyî de bi pêşengiya dostên Kurdan hatiye destpêkirin.

Amîna Xidiro bal kişand ser bêdengiya saziyên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî ya li hemberî tecrîd giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku pêngav jî li hemberî vê bêdengiyê ji bo bidawîkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd hatiye destpêkirin.

Amîna Xidiro got, "Ji ber bêdengiya navneteweyî hikumeta Tirkiyeyê planên xwe bi cih tîne. Lê belê tevî qeyran û şer jî ji Îmraliyê fikirên li ser berxwedan û têkoşînê belav dibe. Abdullah Ocalan tevî her cûre êşkence û kiryarên neqanûnî yên dewleta Tirk jî bi fikrên xwe rê nîşanî me dide. Bi demê re Îmrali kir akademiyeke zanistî û azadiyê."

Amîna Xidiro pêngava ku di asta navneteweyî de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin weke gaveke dîrokî pênase kir û got, "Daxwaza me di vê pêvajoyê de bidawîbûna tecrîdê û çareserkirina doza Kurdî ye."

Berdevka Helebê ya Înîsiyatîfê Amîna Xidiro têkildarî pêngavê got, "Em tîrêjên hêviyê ji 74 dewletan dibînin. Bedewî da berxwedana dîrokî ya ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li çiyê dimeşînin. Ji hemû gelan, bi taybetî jî rêxistinên femînîst re yên ku pêşengî ji pêngavê re kirine, em silavên xwe dişînin."

Amîna Xidiro bi bîr xist ku li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî li Şehba û Helebê di çarçoveya pêngavê de çalakî têne lidarxistin û got, "Berxwedan û têkoşîna me wê heta misogerkirina azadiya Rêber Abdullah Ocalan dewam bike."