Li Hesekê çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kir
Li Hesekê di çarçoveya banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de çalakiya kon hate vedan. Çalakî wê 7 rojan dewam bike.
Li Hesekê di çarçoveya banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de çalakiya kon hate vedan. Çalakî wê 7 rojan dewam bike.
Çalakî ji aliyê Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve di bin çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de û bi heman dirûşmeyê tê lidarxistin.
Bi sedan pêkhateyên Hesekê, endamên saziyên sivîl, rêxistin û tevgerên jinan beşdarî çalakiyê bûn. Konê çalakiya navendî li nêzî Çarxerêya Sebax hat danîn. Wê çalakiyên konvedanê heta dawiya vê hefteyê bidomin.
Piştî rêzgirtinê, endama Kongra Star a bajarê Hesekê Bêrîtan Xalid û endamê Însiyatîfa Gel Omer Şemlan daxuyanî xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku kiriyarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû hevpeymanên navneteweyî û pîvanên mirovahiyê binpê dike. Bang li hêzên navneteweyî û aliyên têkildar ên cîhanê hat kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku demokrasiyê û rizgarkirina gelên bindest armanc dike, bi dawî bikin.
Piştî daxuyaniyê bi navê tevger û rêxistinên jinan Rîma Mehmûd axivî. Rîma got: “Ji pêşiya konê berxwedan û têkoşînê em teqez dikin ku em ê çalakiyên xwe yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe berdewam bikin, em ji pêkanîna projeya xwe ya demokratîk gav paşde neavêjin.”
Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ebdulxenî Oso jî got: “Rizgarkirina Rêber Abdullah Ocalan kilîta çareseriya hemû pirsigrêkên cîhanê ye. Ji lew re, divê hemû hêzên navneteweyî piştgiriyê bidin doza ku Rêbertî ji bo rizgarkirina gelên bindest têkoşiyaye.”
Piştî axaftinan, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê têkoşîna berxwedan û rûmetê li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî hatin guhdarîkirin.
Çalakiya îro heta saet 16:00’an bi tevlêbûna şandeyan dewam dike.