Li Tebqayê şervanekî şehîd bû
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Xalid Eşwî El Muxîr şehîd bûye.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Xalid Eşwî El Muxîr şehîd bûye.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endamê wan Xalid Eşwî El Muxîr di 13’ê Mijdarê de li bajarokê Mensûre yê Tebqayê dema li ser erka xwe bûye, bi hedefgirtina wesayîta wî şehîd bûye.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Şehîd Xalid beriya çend salan di nava refên hêzên me de dest bi têkoşîna xwe kiribû, yek ji endamên dilsoz ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû û beşdarî gelek eniyên şer ên li dijî çetan bû. Bi hemû hêz û cesareta xwe şer kir û li ber xwe da û jiyana xwe ji bo xizmeta welat û gelê xwe feda kir. Hêza xwe ji hezkirin û dilsoziya welatê xwe digirt û her tim di rêza herî pêş de cih digirt. Xwedî ruhekî berpirsyarî û hevaltiyê yê bilind bû. Heta ku gihişt şehadetê di her qonaxên têkoşînê de cih girt û navê wî di nava fedekariya şehîdên me yên leheng de hate nivîsandin.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û paşnav: Xalid El-Muxîr
Navê Bav: Eşwî
Navê Dayikê: Xod
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Mensûra 4.6.2018
Cih û Dîroka Şehadetê: Mensûra 13.11.2023"