Aram Îbrahîm (Orhan Qamişlo) di Çileya 1996'an de li gundê Elîfero yê Qamişloyê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz bi ziman, çand, dilsoziya bi gel û xaka xwe re mezin bû. Li gel israra malbatê jî dibistan dewam nekir, jiyana lê dihate ferzkirin qebûl nekir û ji bo welatekî azad, jiyaneke azad kete nava lêgerînê. Bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re ber bi jiyaneke nû ve gav avêt. Ya rast, Aram tişta ku lê digeriya dîtibû. Orhan Qamişlo ku di nava hevrêyên xwe de bi navê Aram dihate naskirin, di dema herî zehmet a berxwedana Rojava de ji Serêkaniyê heta bi Dêrazorê di têkbirina DAÎŞ'ê de kedeke mezin da. Li dijî hêzên dagirker ên li pey tunekirina destketiyên Şoreşa Rojava bûn, li refên herî pêş li ber xwe da.
Aram di şerê dijî DAÎŞ'ê de berxwedaneke mezin kir, di sala 2015'an de li Til Temirê dema ku hewl da hevrêyekî xwe yê birîndar ji qada şer bibe cihekî ewle, birîndar bû û destekî xwe winda kir. Jİ bo kêliyekê jî xwe venekişand û bi sekna xwe ya bi biryar li eniya pêş her tim bi pêş ve çû.
Aram sala 2017'an tevlî pêngava rizgarkirina Reqayê bû û destê xwe yê din tevlî lingekî xwe winda kir. Ji hêzên leşkerî qet qut nebû, di hemû demên giran ê şer de bi rola pêşengiyê rabû. Xizmet ji gel û hevrêyên xwe re kir. Aram ku haya xwe ji nasnameya xwe ya gazî hebû, guh neda zor û zehmetiyên fîzîkî. Di rêya kedê de ji bo hêjayî pênaseya 'Şehîdên sax' a Rêber Apo ya ji bo gaziyan bibe, xizmet ji şoreşê re kir.
Artêşa Tirk a dagirker 3'ê Tebaxê li gundê Hirmeşêxo yê Kantona Qamişloyê êrîşî wesayîtekî kir û di encamê de Aram Îbrahîm û sê hevrêyên wî şehîd bûn.
Malbata şehîd Aram Îbrahîm (Orhan Qamişlo) ji ANF'ê re qala têkoşîna wî kir.
Dayika Aram Şêxa Ferma ku ji bo hemû zarokên xwe dibêje ya kurê min ya jî keça min, ji bo carekê jî ji bo Aram negot kurê min, timî got hevalê Aram û bi vî rengî qalê kir. Şêxa Ferma fêhm kiribû ku Aram bûbû ewladê welatê xwe. Bi wê hestê got, "Gelê Rojava ji min çêtir Aram nas dike. Min ji dayik kir, lê bû ewladê gelê Rojava" û bal kişand ser dilsoziya Aram a bi welat û gelê xwe re.
GELEKÎ BI WÊREK BÛ, GAVÊN BI WÊREK DIAVÊT
Şêxa Ferma qala jiyan û kesayetiya şehîd Aram kir: "Zarokekî durust bû. Hem dixwend hem jî karê mobîlyayê dikir. Gelekî hez ji xwendinê nedikir. Lêgerînên wî gelekî cuda bû. Mirovekî gelek bedew û pak bû. Kê heval Aram bidîta jê hez dikir. Di temenekî gelekî ciwan de tevlî şoreşê bû. Bavê wî destpêkê li ber rabû. Digot ku 'temenê te hîn biçûk e, mezin bibe piştre bila rêya te vekirî be', lê belê guh neda. Rêya xwe hilbijartibû, vedibû jê bihata vegerandin. Dema ku me jê re got 'tu biçûk e, nabe', xwe xeyidandi bû. Gotibû, 'Gelê me şehîd dikeve, gelo bila gelê me bi temamî şehîd bikeve, kes nemîne? Ma hûn naxwazin kes bimîne?' Piştî ku me biryardariya wî dît, em li pêşiyê nebûn asteng."
Dayika Şêxa qala dilsoziya Aram a bi şehîdan re kir: "Hin hevalên wî şehîd ketin. Bi xwedîderketina li şehîdan bi rengekî wêrek dimeşiya. Mirovekî rast bû, li dijî DAÎŞ'ê bi wêrekî şer dikir. Min got, 'Di vê rêyê de şehadet heye, birîndarî heye', dîsa jî ji ya xwe venegeriya. Bi biryar bû. Bêtirs bû, ji şehadet û birîndarbûnê re amade bû. Welê jî bû. Herdu dest û lingekî xwe winda kir, lê guh neda birîna xwe. Dema ku yekî digot 'Aram birîndar e' qet qebûl nedikir. Ji ber ku karê xwe hemû bi xwe dikir, wî bi xwe pêwîstiyên xwe bi cih dianî, tevî ku zehmetî dikişand. Min tenê pêlava wî û kincên wî yên leşkerî lê dikir. Yekî berxwedêr bû, dest ji xwe bernedida. Di nava hevrêyên xwe de gotinên wî dihatin bicihanîn.
Xwedî sekneke xurt bû. Şaşitiyên wî tune bû, dilsozê şoreşê bû. Ji ber vê yekê mirovekî cihê baweriyê bû. Heta ku şehîd bikeve, kes neêşand. Timî dibû alîkar, alîkarî bi mirovan re dikir, xêrxwaz bû. Mirovekî bi rêk û pêk bû. Serê sibehê radibû, diçû kar. Rojekê jî min nedît ku moralê wî ketiye. Du dest û lingekî wî tune bûn, lê belê rojekê jî moralê wî neket. Timî dikeniya. Dest ji xwe berneda, poşman nebû.
Gel gelekî ji Aram hez dikir. Dema ku şehîd ket jî dayik, bav, zarok ji me bêhtir li ber ketin. Ji ber ku ewladê wan bû, birayê wan bû, hevrêyê wan bû. Parçeyek ji wan bû. Dilsoziya wan a bi şehîdan re nayê vegotin. Gelekî hez ji gelê xwe dikir. Timî bi alîkariya gelê xwe ve diçû. Kî diçû gel Aram bi destvala venedigeriya, xwe digihan dilê mirovan."
MÎNA BAZEKÎ AZAD BÛ
Mihemed Omer bi gotina "Dema ku hevrêyê wî birîndar bû ji bo wî rizgar bike bû sîper û destekî xwe ji dest da' bi serbilindî qala kurê xwe Aram kir. Bav Mihemed Omer anî ziman ku Şehîd Aram tevlî hemû pêngavan bû û got, "Demekê 5-6 rojan nehat malê. Me dît ku tevlî şoreşê bûye. Piştî ku perwerdeya xwe qedand, demekê nehat. Hevalên wî li malê vegeriyan, lê Aram nehat. Me got em wî bibînin, bi hesreta wî ne, lê nebû. Rêya xwe diyar kiribû, êdî malbateke mezin a Aramê me hebû.
Li Rojava cihek nemabû ku neçû bû. Tevlî hemû pêngavan bû. Destpêkê li Til Temirê birîndar bû. Destekî xwe winda kiribû. Dema ku hevrêyê xwe birîndar bû ji bo wî rizgar bike hewl da bibe sîper, lê destekî xwe winda kir. Kesayetekî fedakar bû. Her tim li refên herî pêş bû. Paşve gav nediavêt. Tevî ku destekî xwe ji dest da, dest ji şer berneda. Di vê mijarê de ne guh da me ne jî hevrêyên xwe. Rêya xwe hilbijartibû. Digot, 'dikarim bi destekî bikim'. Ji hêzên leşkerî qut nebû. Tevlî pêngava Reqayê bû. Di pêngavê de lingek û destê xwe yê mayî jî winda kir. Rêwîtiya xwe tenê bi lingekî dewam kir. Dîsa jî nesekinî. Yekî têkoşer bû. Ya ku dixwest werdigirt.
Kesekî gelekî bi sebir bû, lê belê bêyî tevlîbûna li pêngavan nikarîbû bisekiniya. Mîna bazekî azad bû. Odeya wî vala nedibû. Ji 7 heta 70 salî her kes li dora Aram kom dibûn. Piştî ku şehîd ket mirovên ku me qet nas nedikir hatin gel me. Aram nas nedikirin, tenê navê wî bihîstibûn. 11 salan qet nesekinî, navber neda, rojekê jî gilî nekir. Gelekî dilsozê nirxan bû. Wesayiteke wî hebû. Bi wê wesayitê karê xwe dikir. Di rêya rast de meşiya, bû rêwiyê heqîqetê. Aram ne carekê şehîd ket, sê caran şehîd ket. 2 dest û lingekî xwe winda kir û piştre şehîd ket. Xwîna xwe dilop bi dilop da û cara sêyemîn jiyana xwe ji dest da. Serê me bilind e û em ê her tim li ser şopa têkoşîna wî bin."
BI ARMANCA WELATEKÎ AZAD JIYA
Xwişka wî ya mezin Gulistan Mihemed anî ziman ku Aram mirovekî aram, biaqil û jêhatî bû û got, "Hîn di zarokatiyê de mîna zarokên di heman temenî de nebû. Nirxandinên wî, têkiliya wî bi mirovan re ji temenê wî mezintir bûn. Zarokekî cuda bû. Tehemûla wî zêde bû, mirovekî bi sebir bû. Qet hez ji xwendinê nedikir. Me çi jê re bigota bêfêde bû. Armanceke wî ya temamkirina dibistanê û çûyîna zanîngehê tune bû. Heta pola 9'an xwend û dibistan dewam nekir. Hesta wî ya welatparêziyê li pêş bû. Xwest ku bi têkoşîna azadiyê re bimeşe. Armanceke xwe ya şexsî tune bû. Armanca wî bi temamî jiyaneke aram li vê xakê, li xaka azad bû. Gelekî dilsozê xwişk û birayên xwe bû. Beriya xwe, li me difikirî. Mirovekî baş bû ku guhdarî dikir û çareserî diafirand.
Dema ku me bihîst Aram birîndar bûye, em bi bandor bûn, digiriyan. Dîsa jî Aram bû çavkaniya me ya hêz û moralê. Bi xurtî windakirina destê xwe pêşwazî kiribû. Birîna xwe ya duyemîn jî bi heman rengî pêşwazî kir. Jiyaneke xwe ya têkoşînê hebû. Her cara ku birîndar bû hîn bi xurtî tevlî jiyanê bû, xebitî. Ji ber ku tevlîbûna wî ne tenê bi hestewarî bû, bi zanebûn gav avêtibû. Ji hevalên xwe yên şehîd ketin gelekî bi bandor bû. Digot ku ew şehîd ketin, êdî wezîfeya wî ye ku armancên wan pêk bîne. Gotina 'nikarim bikim' ti carî bilêv nedikir. Mîna avê pak bû, nedisekinî. Her ku diherikî bêhtir xurt bû. Dilsozê şehîdan û Rêber Apo bû. Moral û kelecana wî ya li nava jiyanê ji ber vê dilsoziyê bû. Gelekî xizmet ji gel re kir. Xêrxwaz bû. Gelê Rojava ji me bêhtir Aram nas dikir. Têkiliya xwe ya bi gel re gelekî xurt bû. Ji malbata xwe bêhtir bi gelê Rojava re jiya. Kesek nebû ku alîkarî pê re nekir. Ji ber ku Aram ewladekî vî gelî bû."
ARAM Ê KU DILÊ WÎ MEZIN BÛ
Xwişka Aram, Lîlav jî bi van gotinan qala kekê xwe kir: "Me ti carî bi çavê kekê mezin lê nenihêrî, Aram bi xwe jî bi wî rengî nêzîk nedibû. Me bi rehetî karîbû pê re diyalogê bikin. Her mijar dikarîbû pê re bihata parvekirin. Rêya rast nîşan dida. Mirovekî welê bû ku dilê wî mezin bû, asoyê wî berfireh bû. Dilsozê malbat û zarokên şehîdan bû. Mirovên zehmetî dikişand berê xwe didan Aram. Ji ber ku alîkarî bi her kesî re dikir. Bi nêzîkatiya bi berpirsyarî li wezîfeyên xwe mirov dikare bibe şopdarê Aram. Bi xwedîderketina li şoreşê, xak û kar, Aram dikare bê bîranîn. Ji ber ku Aram kesekî jêhatî, xurt û dilsozê xaka xwe bû. Şopdariya li ser rêya Aram bi jiyana bi rengê Aram dibe."