YPJ‘ê nasnameya şehîdekê eşkere kir

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya şehîdekê eşkere kir û got: “Hevrêya me Yasmîn Îbrahîm bi nasnav Avaşîn Zinarîn dema li ser erka xwe bû, di encama qezayekê de şehîd bû.“

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervana wan Avaşîn Zinar 27’ê Cotmeha 2023’an dema li ser erka xwe bû, di encama qezayekê de şehîd bûye.

Di daxuyaniya YPJ’ê de wiha hate gotin:

“Têkoşîn û berxwedaniya gelê me ya ji bo parastin û mayîndekirina şoreşê her roj geştir dibe. Gelê me yê ku ji bo her bihosteke axa welat berdêlên giranbuha dide, bi dilekî wêrek zarokên xwe ber bi refên şoreşê ve dikin rêwî. Bi taybet jî gelê me yê Efrînê, ruxmê dagirkeriya dewleta Tirk jî tu car dest ji kelecana xwe ye şoreşê bernadin û li hemberî her curê polîtîkayên qirkirinê sozdariya xwe ye bi azadî û serxwebûna welat re bilind dikin.

Hevrê ya me Yasmîn Îbrahîm bi nasnav Avaşîn Zinar li bajarê Efrînê di nava malbateke xwedî nirxên welatperweriyê de mezin dibe. Ev taybetmediya diyarker a malbatê di lêgerîn û hilbijartinên jiyana hevrê Avaşîn de roleke diyarker lîstiye. Hevrê Avaşîn hîn di zarokatiya xwe de bi lêgerînên jiyaneke azad mezin dibe. Çîrokên şoreşgerên welat ji bo hevrê Avaşîn dibe bersiva pirsa ‘Çawa Bijîn?‘. Bi Şoreşê re weke jineke ciwan hebûna xwe di nava refên YPJ’ê de dibîne û biryara beşdariya nava refên azadiyê dide.

Biryardariya bilind a hevrê Avaşîn di nava refên têkoşînê de di her kêliya jiyanê de xwe diteyîsand. Hevrê Avaşîn bi girêdan, dilsozî û baweriyeke mezin xwe di xeta azadiya jinê de perwerde kirinê esas girt. Li ser vê bingehê hevrê Avaşîn gavên xwe yên di nava refên azadiyê de ji bo avakirina pergaleke demokratîk û azad bi fedakariyeke bêhempa avêt. Bi kesayeta xwe ya wêrek hemû erk û berpirsiyartiyên ku şoreşê dan ser milên wê, bêyî ku yek kêlî jî dudilî jiyan bike pêk anîn. Bi sekna xwe ye mînak bû yek ji şoreşgerên ku wê dîrok tu car navê wê ji bîr neke.

Hevrêya me Avaşîn di dîroka 27’ê Cotmehê de dema ku li ser erka xwe bû, di encama qezayeke de tevlî karwanên nemiran bû. Em di serî de ji malbata hêja û qedir bilind a hevrêya xwe Avaşîn û tevahiya gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Girêdana me ya bi şehîdan çavkaniya esasî ya felsefeya me ye jiyanê ye. Şehîdên me di têkoşîna jiyana azad de meşaleyên ku rêya me ronî dikin in. Ji bo wê jî em ê hemû xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd pêk bînin û di şexsê hevrê Avaşîn de bibin şopdarên doza tevahî şehîdên azadiya gelan.

Nasnameya hevrêya me wiha ye:   

Nasnav: Avaşîn Zinar

Nav û Paşnav: Yasmîn Îbrahîm

Navê dayîk: Mewlude

Navê bav: Welat

Cih û Dîroka Şehadetê: 27.10.2023 – Şedadê”