Konferansa navneteweyî ya ji bo parastina mîrateyan
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêkhateyên herêmê berhem, rêûresm û kevneşopiya xwe di konferansê de nîşan dan.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêkhateyên herêmê berhem, rêûresm û kevneşopiya xwe di konferansê de nîşan dan.
Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtina xwe di konên mîrateya pêkhateyên Ereb, Kurd, Asûrî û Ermenî de ku di yekemîn konferansa navdewletî de ji bo parastina mîrateyên madî û nemadî hatibûn vedan, diyar kirin. Her pêkhateyekê rê û resm û kevneşopiyên xwe di nava girseyeke ji xelkê de, dan naskirin.
Zanîngeha El-Şerq a bajarê Reqayê di 5'ê Mijdarê de yekemîn konferansa navneteweyî ya ji bo parastina mîrateyê, di bin dirûşmeya "Parastina Mîrateyên Madî û Nemadî" de, li dar xist.
4 kon li hewşa zanîngeha El-Şerq hat vedan, ku mîrateyên pêkhateyên herêmê “Ereb, Kurd, Asûrî, Ermenî” hewand. Her wiha beşek ji pêkhateyên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kurd, Ereb, Ermenî û Asûrî beşdarî yekemîn konferansa navneteweyî bûn.
Di dema aloziya Sûriyê de, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ziyan ji belaya şer dîtin, her wiha rastî tunekirina çand û kevneşopî, çewisîna nasname û koçberkirina bi darê zorê ji herêmên xwe, hatine.
Piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAÎŞ'ê, her pêkhateyek dikarî ku çand û nepeniya xwe derbirîn bike. Konferansa Nasvneteweyî ji bo parastina mîrateyê û xurtkirina têkiliyên navbera pêkhateyan hate lidarxistin.
Beşdarên konferansê qala girîngiya vê çalakiyê kirin û ragihandin ku hemû pêkhate bi hev re ne û yek dest in.
Ji pêkhateya Ereb, Hec Ebdo El-Metyûx wiha got: "Em beşdarî vê formê bûne ji bo danasîna çanda Erebî û xurtbûna wê. Di vê serdema nûjen de me konek danîn û ev tişt danîn: Çira, dasa ku temenê wê vedigere 150 salî, tar, cezweyên sifir û fincan, mertîneke kevin, her wekî ku me qehwe li beşdaran belav kir û dîlanên ku nîşaneya kevneşopiyên Erebî ye, gerand."
Hec Ebdo El-Metyûx diyar kir ku hemû pêkhate yek in, di navberê de hevgirtin heye, tu kes nikare wan ji hev cuda bike.
Ji pêkhateya Kurd Mihemed Elî jî got: "Em beşdarî festîvala madî û nemadî bûn ji bo pêşkêşkirina kelûpel, alavên Kurdî yên kevn û nûjen, parçeyên ku temenê wan zêdetirî 150 salî ne û hemû parçeyên bi dest hatine çêkirin, em li vê derê ne."
Endama Yekîtiya Jinên Ermenî li Qamişloyê Sara Ebû El-Zir jî got: "Em bi cil û bergên xwe yên kevneşopî beşdarî festîvalê bûn. Me vexwarin û xwarin û modelên ku dîroka Ermeniyan nîşan didin pêşkêş kirin. Em ji aştiyê hez dikin û ji bo wê dijîn."