Sûka qedîm a Qamişloyê: Ezra

Sûka Ezra sûka qedîm a Qamişloyê ye. Ji dûr ve bêhna biharatên li sûkê tê. Bi avahiyên xwe yên ji kerpîçê, bi deriyên xwe yên text hîn jî otantîk e.

Sûka Ezra yek ji sûkên herî kevn ên Qamişloyê ye û hîn jî dixebite. Şêniyên herêmê hem bi dermanên xwezayî hem jî bi tezebûna biharatên li sûkê piştrast e. Dema dawî dikanên xurdeyan jî hatin vekirin.

Li gel biharat û gihayê li herêmê şîn dibin her wiha berhemên ji Şam û Helebê jî têne peydakirin. Mirovekî ne ji Qamişloyê bi bêhna biharatan dikare bi hêsanî Sûka Ezra bibîne. Ji berê ve têkiliyên cîrantiyê xurt e. Xwediyên dikanan nêzî 13 saetan demê bi hev re derbas dikin. Sûka Ezra xwedî kevneşopiyeke hînbûna kar a ji hoste heta şagirt e. Sûka Ezra her tim geş bûye. Hemû xwediyên dikanan bi çîroka Sûka Ezra zanin û ji her kesî re jî qalê dikin. Me jî ji Yahûdiyekî ji Nisêbînê Kerem Munîr Qawas lil çîroka Sûka Ezra guhdarî kir.

Kerem Munîr Qawas 56 salî ye. Beriya 50 salan koçî Qamişloyê kir. Ji 3 saliya xwe ve tevî bavê xwe li sûkê ye. Niha dikana bavê xwe dimeşîne.

TABELAYA EZRA HÎN JÎ HEYE

Li gorî gotinên Kerem Munîr Qawas çîroka Sûka Ezra bi vî rengî ye: "Li Sûka Ezra yan jî kolana Ezra dikanên ji kerpîçê hatine çêkirin ên kesekî bi navê Ezra ye. Bi eslê xwe ji Mûsilê ye. Yahûdiyeke ku di salên 1920'î de koçî Nisêbînê kiriye. Ezra demekê li Qamişloyê firoşkariya seyar kir. Piştre di salên 1923-1924'an de Sûka Ezra ava kir. Ereb, Ermen, Suryan û Kurdan bi ahengî cîrantî ji hev re kirin. Wê demê dikana Ezra bi navê Ezra veguherî sûkê. Xwediyê dikanê gelek caran hatibe guhertin jî tabelaya Ezra hîn jî li ser dikanê ye. Dema ku Ezra sûk ava kir, hejmara dikanan ewqasî zêde nebû. Xwediyên sê dikanan dermanên xwezayî çêdikirin, li nêzî 15 dikanan jî biharat dihatin firotin. Ezra bi xwe hine, rûn, hingiv û biharat difirot. Dikanên din jî mîna ya Ezra bûn.

TÊKILIYÊN CÎRANTIRIYÊ XURT IN

Piştre ji vir koç kirin û kes nizane bê bi ku ve çûn. Xwediyên dikanên li sûkê Yahûdî ne. Dikana min jî ya Yahûdiyekî ye. Komîsyonek heye û her sal tên piştî kontrata kirê nû dikin pereyên xwe dixin bankayê.

Li Sûka Ezra ji berê ve Ereb, Ermen, Suryan û Kurd dixebitin. Zêdeyî 50 sal in têkiliyên min bi cîran, muşteriyên min re gelekî baş in. Dikarim bibêjim ku li vê derê mezin bûm. Ji ber şerê li herêmê mîna berê em nikarin berheman bi hêsanî peyda bikin. Şer bandoreke giran li sûka me kir, lê belê ji roja ava bûye û vir ve hîn jî Sûka Ezra geş e.

Gel bi dermanên me yên xwezayî û biharatên me piştrast e. Sûka Ezra mîna hêlîneke germ e. Dema dawî tevî cihêrengiya biharat û giha her wiha dikanên xurdeyan jî hatine vekirin."