Li Dêrazorê çeteyek hate kuştin û yek jî hate girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di operasyona HAT’ê ya li Dêrazorê de, çeteyekî hêzên hikûmeta Şamê hatiye kuştin û yek jî hatiye girtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di operasyona HAT’ê ya li Dêrazorê de, çeteyekî hêzên hikûmeta Şamê hatiye kuştin û yek jî hatiye girtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malperên xwe yên fermî, dateyên operasyona ku Hêzên Antî Terorê (HAT) li Dêrazorê lidar xistiye, parve kirin. Her wiha da zanîn ku di operasyonê de, çeteyekî hêzên hikumeta Şamê hatiye girtin û yek din hatiye kuştin.
Hêzê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Piştî xebatên lêgerîn, şopandinê û berhevkirina agahiyan têkildarî komên rejîma Sûriyeyê yên bi hedefgirtina mal û milkên giştî, hewl didin ewlehiya li herêmê têk bibin, hêzên me bi ser cihê wan de girt, pevçûn di navbera hêzên me û wan koman de derket. Di encamê de çeteyek hatin kuştin û yek din hate girtin. Her wiha gelek çek û ceblixane hatin desteserkirin.
Çekên û cebilxaneya hatine desteserkirin ev in:
3 klaşînkov
1 tivinga birno
12 cercûrên tivingan
6 Telefonên destan
cîhaza pêwendiya satelîtê ya Suraya
4 rext
104 mermiyên klaşînkov
2 cilên leşkerî
2 damance tevî mermiyan
8 mermiyên PKS
28 mermiyên tivinga nêçîrê
Ev operasyon baldariya hêzên me ya ji bo ewlekariya xaka me û berdewamiya operasyonên ewlehiyê ji bo şopandina bermahiyên çeteyan û paqijkirina herêmên me ji her gef û metirsî, piştrast dike.”