Fermandariyên YPG û YPJ'ê ji bo şoreşgerên Myanmarê peyamek weşand
Fermandariyên YPG-YPJ'ê: Em peyama we ya ku êşên me parve dike û xwedî li berxwedana me derdikeve pir girîng dibînin. Helwesta we ya hevgirtinê moral dide me û em spasiya we dikin.
Fermandariyên YPG-YPJ'ê: Em peyama we ya ku êşên me parve dike û xwedî li berxwedana me derdikeve pir girîng dibînin. Helwesta we ya hevgirtinê moral dide me û em spasiya we dikin.
Fermandariyên YPG û YPJ'ê bi daxuyaniyekê bersiv da peyama şoreşgerên Myanmarê ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgirî dan şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Daxuyaniya Fermandariyên YPG û YPJ'ê bi vî rengî ye:
"Em bi baweriya ku di pêşengiya azadiya jin de, bi biratî û yekîtiya gelan, civaka azad dikare were ava kirin û cîhaneke bedewtir dikare bê afirandin, bi biryardariya ku em ê tekoşîna vê bi navê tevahî mirovahiyê bidin meşandin, em bi hezkirin û bi hurmeteke bê dawî we silav dikin.
Paradîgmaya Rêber APO ya Şaristaniya Demokratîk û rêxistinbûna xwe-rêvebirinê ku ji amûrên desthiladariyê yên mîna dewletê dûr, îrade û temsîliyeta hevbeş a zayendan esas digre, li ser vê bingehê xwe dispêre modela Konfederalîzma Demokratîk, xwedî wê hêzê ye ku dikare ji tevahî pirsgirêkên azadiyê yên sedsala 21. re bibe bersiv. Ev perspektîf têkiliya desthilatdariyê ya însan bi însan re, însan bi xweza re, zilam bi jin re weke pirsgirêk radixe ber çavan û hêza çareseriyê nîşan dide. Li ser vê bingehê bi nêzîkatiyeke wekhevî û hevsengiya di xwezayê de, rastiya azadiya jin û zilam tevahî polîtîkayên faşîst-dewletperest-dîktator û zayendperest vala derdixe, derbas dike û weke çareseriya gelan xwe bi xwe, dunyayê vediguherîne rewşeke ku tê de bê jiyîn. Têkoşîna me xwe dispêre van rêgezan. Li ser vê bingehê wateya têkoşîna me ya hevpar a bi we re ji her tiştî girîngtir e. Ji ber vê têkoşîna me ya giranbiha dewleta Tirk a faşîst êrîşên ne mafdar li dijî me pêk tîne û dewletên dunyayê tevahî van êrîşan ji nedîtî ve dibînin. Ji bo wê em her awayî polîtîkayên hêzên hegemon ên ku dewleta Tirk mîna darekê li hemberî me bi kar tînin, bi tundî red dikin. Em peyama we ya ku êşên me parve dike û xwedî li berxwedaniya me derdikeve pir girîng dibînin. Helwesta we ya hevgirtinê moral dide me û em spasiya we dikin.
Qirîza ku pergala dewletparêz- desthilatdar jiyan dike her roja diçe pirsgirêkên mezintir bi xwe re tîne. Heman hêzên desthilatdariyê, ji bo ku gel ji nava vê rewşa kaosê bihara xwe ya azadiyê pêş nexin, bi awayekî faşîst û hovane êrîş dikin. Di nava vê rastiyê de li hemberî gel, jinan, bindest, kêm netew û nasnameyên çandî hem di warê leşkerî de hem jî di warê îdeolojîk- siyasî- sosyal de êrîşên tepisandin û dagirkeriyê pêş dixin û bi vî rengî hewl didin pêşî li têkoşîna azadiyê bigrin. Ji ber vê sedemê xaka gelên bindest ên ku hatine dagirkirin dubare dubare vediguherînin qada şer. Bi vî rengî hem pêşketinên demokratîk asteng dikin hem jî ji bo dewletên serwer têkiliyên xwe sererast bikin van qadan mîna amûreke lihevkirinê bikar tînin. Ruxmê vê têkoşîna azadiyê ya ku 50 sale di pêşengiya Rêber APO de tê meşandin û bi şoreşa Rojava re di pêşengiya jinan de, şoreşa demokratîk a gelan derfetê bi awayekî şênber xwe pênase bike bi dest xist. Bi qasî têkoşîna me ya ku li hemberî DAIŞ’ê hatî meşandin, me nakokiyên netewperestiyê yên gelên herêmê ku veguherîbû şerekî navxweyî da sekinandin. Me bi vî rengî vebijêrka jiyana hevpar a gelan ku em bi ‘Netewa Domokratîk’ pênase dikin, gavên jiyanîkirina vê modelê hatin avêtin. Hêzên hegemon ên kapîtalîst û dewletên herêmê ku dijberiya xwe li hember şoreşa me raber kirin, êrîşên qirkirinê ên li dijî gelê Kurd bi awayekî bê ser û ber pêşdixin. Ji ber vê nêzîkatiya me ya îdeolojîk û modela me ya ku xwedî perspektîfeke hemû pirsgirêkan çareser bike, ku vê rastiyê tevahî hêzên hegemon tirsand, her wiha ji ber înkarkirina nasnameya netewî, li ber çavê tevahî dunyayê em rastî êrîşên bi vî rengî tên.
Hûn jî wek gelê Myanmar’ê xwedî gelek nasname û gelek çand in, her wiha hûn xwedî gelek dînamîkên demokratîk ên xurt in. Ji ber vê sedemê bi rêbazên cûntaya faşîst, leşkerî hewl didin we kontrol bikin û bitepisînin. Ji ber hûn xwedî zanyariyek şoreşgerî ne, ji ber ew şans û derfeta we ya azadî û demokrasiyê li tevahî herêm û dunyayê belav bikin heye, bi van rêbazên êrîşê hewl didin pêşiya we bigrin. Em têkoşîna we bi baldarî dişopînin. Li hemberî tepisandin, şerê qirêj û êrîşên ne mafdar ên ku rêveberiya cuntaya faşîst li dijî gelê we pêk tîne, em bêdengiya cîhanê ya li hemberî van êrîşan şermezar dikin û red dikin. Li hemberî van êrîşan hûn dikarin bi rêgeza 'Xwe parastin' ku bi awayekî lez xwe birêxistin dike, xwedî li mafê xwe yê parastinê derkevin. Bi ruxmê derfetên kêm em sekna we ya fedayî û fedekar bi minet û hurmeteke mezin pêşwazî dikin. Nasnameya we ya pir neteweyî û dewlemendiya ku vê rastiyê bi xwe re aniye, wê ji bo tevahî herêm û cîhanê bibe mînakeke hevgirtina gelan a ji bo azadiyê. Ji xwe civaka we di vê mijarê de xwedî taybetmendiyeke xurt e. Bi taybetî bi rêgeza 'Neteweya Demokratîk' hem hûnê xwedî li nasnameya xwe derkevin, hem jî weke kombûneke hevbeş hûn ê xwe pênase bikin. Bi vê zanebûnê û bi hêza daxwaza azadiyê, bi têkoşîneke bilind hûnê li hemberî polîtîkayên hêzên hegemon û rêveberiya cuntaya faşîst rawestin.
Em azadiya jinê wekî cewherê hebûna civakê pênase dikin. Di vê wateyê de em stratejîk nêz dibin. Weke YPG-YPJ em xwedî artêşeke ku li ser vê bingehê xwe ava kiriye. We di peyama xwe de bal kişande li ser girîngiya rêxistinbûna jin a di nava artêşê de, her wiha di nava têkoşîna we de jî hêza jin xwedî tevlîbûneke girîng e, ji bo me jî ev gelekî bi nirx e. Em bawer dikin ku azadiya jin bi qasî ku nakokiya zayendî tehlîl bike wê karibe civakê jî azad bike, li ser vê bingehê em hevalên jin silav dikin. Em bawer in ku têkoşînên xwe dispêrin rêgeza azadiya jin, teqez wê biserkevin û xwedî wê hêzê ne ku civakê azad bikin. Rêxistinbûn û felsefeya jina azad temsîliyeta wijdan, berxwedanî û îradeya civakê dike. Li ser vê bingehê em bawer in ku hûn ê jî di doza xwe ya mafdar de teqez jiyaneke bi rûmet bi awayekî serkeftî înşa bikin.
Bi van hest û hizrandinên xwe, em berxwedana we jî dibînin û bi qasî hevgirtina bi we re, di mijarên ku hûn pêdivî dibînin em dikarin destek û alîkariya pêwîst pêşkêş bikin. Weke hêzên parastinê em ê bi stratejiya 'Şerê Gelê Şoreşgerî' hêza têkoşîna gel bi rêxistin bikin, bi pisporiya taktîk a ku wê her awayî teknîka dijmin vala derxe û di esas de bi baweriya me ya bi azadiyê re em ê heta dawî bi biryardariyeke xurt şerê azadiyê bidin meşandin. Em ê bi ti awayî gav paşde neavêjin û em ê nirxên azadiyê yên ku em bi hev re temsîla wê dikin, jiyanî bikin. Ji bo ev şoreş veguhere şoreşeke herêm û cîhanê em ê heta dawî têbikoşin û teqez em ê biserkevin. Bi vê şanazî û biryardariyê em we silav dikin û bawer dikin ku hûnê rejîma Cunta û her awayî pergalên dîktator hilweşînin. Em di têkoşîna we de serketinê dixwazin û rêzdariya xwe pêşkêş dikin."