Çeteyên DAÎŞ’ê êrîş birin ser hêzên Şamê: 5 leşkerên Şamê mirin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAÎŞ’ê li Rojhilatê Humsê êrîş birine ser hêzên Şamê û di encamê de 5 leşker hatine kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAÎŞ’ê li Rojhilatê Humsê êrîş birine ser hêzên Şamê û di encamê de 5 leşker hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya SOHR’ê şeva Duşemê çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî nuqteyeka kontrolê ya Hêzên Şamê kirine. SOHR’ê ragihand ku piştî êrîşa li derdora gundên Teyba û Kom ên bakurê bajarê Sehneyê şer qewimî ye. Hate ragihandin ku di encamê de 5 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dane.
Çeteyên DAÎŞ’ê hefteya bihurî jî êrîş biribûn ser hêzên hikûmeta Şamê û herî kêm 34 leşker hatibûn kuştin.