PYD: Endamê me Îdrîs Sûbasî şehîd bû
Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihand ku endamê wan Îdrîs Subasî ku di encama êşkenceyên hovane yên dewleta Tirk de rewşa wî xirab bû û li nexweşxaneyê dihat dermankirin, şehîd bûye.
Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihand ku endamê wan Îdrîs Subasî ku di encama êşkenceyên hovane yên dewleta Tirk de rewşa wî xirab bû û li nexweşxaneyê dihat dermankirin, şehîd bûye.
Meclisa Giştî ya PYD’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku Îdrîs Subasî di 27’ê Cotmeha 2023’yan de li nexweşxaneya Hesekê ya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
PYD′ê sersaxî ji malbata şehîd Îdrîs Elî Subaşî û gelê Kurdistanê re xwest, tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza şopandina xeta şehîdan da.
PYD′ê di daxuyaniyê de got: "Hevrê Îdrîs kesayetek welatparêz bû, piştî ku doza gelê xwe fêm kir, tevî têkoşîna rizgariya Kurdistanê bû û ji bo azadiya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya. Ji ber ruhê wî yê welatparêzê, bi êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê ji Bakurê Kurdistanê hat Rojava û li hemberî DAÎŞ′ê şer kir. Piştî têkbirina DAÎŞ′ê jî tev li nava Partiya Yekitiya Demokratîk bû û heta dawiyê têkoşîna azadiyê berdewam kir."
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin, şehîd Îdrîs kesayetekî têkoşer bû, mutewazin bû, eşqa wî ya ji xak û welat re xurt bû, mînaka fedakarî, dilsoziya bi gelê xwe û doza wî re ye. Her wiha hate diyarkirin ku ruxmî tevahî mercên zehmet ên ku tê re derbas bû, şehîd Îdrîs dev ji têkoşînê berneda û heta roja dawî ya jiyana xwe têkoşiya.
PYD′ê daxuyand ku ew ê têkoşîna şehîd Îdrîs berdewam bikin û armanc û xeyalên wî bi cih bînin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Hevrê Îdrîs û tevahî şehîdên ku beşdarî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bibûn, yekitiya rasteqîn îfade kir û îsbat kir ku Kurdistan, Kurdan di aliyê manewî de parçe nake. Her wiha diyar kirin ku her çiqasî dijminê gelê Kurd cudahî û parçebûnê çêbike jî, dê yekitiya ruhî û armanc zindî bimîne. Şehîd dema ya borî û îroyîna me ne. Bi şehîdan em yekitiya xwe ava dikin û hêza xwe xurt dikin. Dê ala şehîdan her tim li ba be û dê têkoşîna wan bidome. Careke din em sersaxiyê ji gelê xwe û mabata şehîd re dixwazin. Dê serkeftin para doza gelê me be."