Li Rojava 15 hezar sporvanên ciwan hene -NÛ BÛ

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karên sporê ji sala 2014'an û pê ve zêde bûne. Nêzî 15 hezar ciwan tevlî karên sporê dibin.

Hevserokê Yekîtiya Sporê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bozan Berkel anî ziman ku ew sporê weke rêxistinyeke civakî dibînin û got, ew hewl didin xwe bigihînin ciwanan hemûyan û derfetan pêşkêş bikin ku ciwan karibin sporê bikin.

Li Rojava kurdan di sala 1983'an de gund bi gund xwe bi rêxistin dikirin û pêşbirkên futbol, voleybol û basketbolê lidar dixistin. Ya herî zêde jî futbol bû. Rêxistiniya sporê ya ku xwe dispêre sala 1983'an bi Şoreşa Rojava re di sala 2014'an de hîn bêhtir xurt bû. Meclîsên Sporê yên Herêmên Firat, Efrîn, Cizîr, Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê hene ku bi karê perwerde û rêxistiniyê radibin. Ev 7 meclîsên sporê bajar bi bajar xwe bi rengê komîteyê bi rêxistin dikin. Li gel van meclîsan Ofîsên Sporê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hene. Sporên tîman (futbol, voleybol, basketbol), sporên şexsî (kişik, karate, bîsîklet, siwarkarî, atletîzm, avjenî, avêtin, tenîs û hwd.) sporên jinan (hemû beş), kontrolkirin, şopandin, qanûn (pîvanên sporê, şert û mercên tevlîbûna li nava tîman, têkiliya navbera tîm û kulûban, wezîfeyên diyarkirina pîvanên sporê), dîplomasî (li ser şert û mercên tevlîbûna tîman a li lîgan hevdîtinan dike, lîgan bi rêxistin dike) û ofîsa navenda sporê; bi giştî xwe bi rengê 8 beşan bi rêxistin dike. Yekîtiya Sporê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye ku 7 meclîs, 8 ofîs û kulûbên sporê bi ser ve ne. Ji bo sîwaneke van karên sporê hebe û xwe hîn bi xurtî bi rêxistin bike, îsal ava bû.

Kulûbên sporê ji bo karibin di nava Yekîtiya Sporê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cih bigire herî kêm du sporvanê şexsî û tîm hebe, divê bi rêk û pêk tevlî çalakiyên sporê bibe, herî kêm cih bide tîmeke jinan û endamên kulûbê jî herî kêm 75 be.

NÊZÎ 15 HEZAR CIWAN DI NAV DE NE

Nêzî 15 hezar ciwan di nava karên sporê de hene. Kulûbên Sporê yên Jinê li herêma Cizîrê xwe bi rengê Kulûbên Sporê yên Peyman, Waşokanî, Vedeng, li Kobanê Kulûba Sporê ya Nesrîn, Kulûba Sporê ya Tebqayê, li Reqayê Kulûba Sporê ya El Fûrat xwe bi rêxistin dikin.

Kulûbên Sporê yên ku hem sporvanên jin hem jî yên mêr di nav de hene Kulûbên Zîban, Serdem, Ciwanên Tebqa, Ciwanên Minbicê, Bakur, El Fûrat û Nisrîn e.

Li Qamişloyê Stadyûma Şehîdên 12'ê Adarê û Stadyûma Heysem Kiço ji bo futbolê têne tercîhkirin. Li Minbic, Reqa, Kobanê, Tebqa, Tirbespiyê jî salonên sporê hene ku hem ji bo futbolê hem jî ji bo voleybol, lîstikên tîm ên şexsî hene. Li Qamişloyê amadekariyên saloneke nû ya sporê tê kirin ku hemû beşên sporê lê bêne kirin.


         


        

WÊ GIRÎNGÎ JI PERWERDEYÊ RE BÊ DAYIN

Hevserokê Yekîtiya Sporê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bozan Berkel anî ziman ku karên sporê li her bajarî hatiye birêxistinkirin û got, "Desteya Ciwanan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo belavkirin û pêşvebirina sporê gaveke girîng avêt. Bi konferansekê re ku îsal pêk anî, ji teşwîqkirina sporê û mayindekirina karên sporê Yekîtiya Sporê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bû. Ji bo daxwaz û motîvasyona ciwanan a ji bo sporê bê xurtkirin, girîngî ji perwerdeya sporê re tê dayin. Ji bo spor di jiyana ciwanan de bibe xwedî cihekî girîng, ji bo spor li nava civakê belav bibe, tevkariyê dike."

ARMANC XWEGIHANDINA HEMÛ CIWANAN E

Bozan Berkel ragihand ku li herêmê sporên futbol, voleybol, basketbol, kişik, tenîsa maseyê û karate zêde ye û got, "Hema bibêje li hemû herêmên me beşa sporê li nava jin, zarok û mêran hatiye birêxistinkirin. Em sporê weke rêxistiniyeke civakî dibînin. Yekîtiya Spor û Ciwanan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê plan dike kuk derfetên cuda bide ciwanan ji bo karibin sporê bikin û ji bo li hemû herêman bala ciwanan biçe ser sporê û hunera xwe bi pêş ve bibe, projeyan plan dike."

TEVLÎBÛNA JINAN GIRÎNG E

Endama Yekîtiya Sporê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sûha Mihemed destnîşan kir ku tevlîbûna jin ên ciwan li nava sporê wê di guherîn û veguherîna civakê de xwedî roleke mezin be û got, "Yek ji armancên me yên esasî ew e ku jin bi rengekî çalak tevlî sporê bibin. Tevlîbûna jin ên ciwan li nava sporê wê rengê sporê jî biguherîne. Berê karê sporê li herêmên me gelekî kêm bû. Beriya şoreşê jî spor tenê bi mêran dihate naskirin, nêzîkatiyeke welê hebû ku mîna spor tenê ya mêran e. Jinan bi şoreşê re di qada sporê de jî bû xwedî mafê gotinê, bi kulûb û tîmên sporê pêşengî kirin. Bêguman di asta tê xwestin de nebe jî karên me yên sporê bi pêş ketiye. Lê belê bi Yekîtiya Sporê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re wê rêxistiniya me hîn xurtir bibe."